Erakçî: Divê Emrîka berî danûstandinên nukleerî zirara şer tezmîn bike

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî diyar kir ku divê Emrîka berî destpêkirina danûstandinan zirarên ku di şerê 12 rojan de ji Îranê re çêbûne, tezmînat bide.
Di axaftina xwe ya bi medyayê re de, wî got ku rêveberiya Tehranê helwesta xwe hişktir kiriye û şertên nû ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên ku di serdema Trump de dest pê kiribûn, danîne.
Erakçi tekez kir ku divê Emrîka berî destpêkirina danûstandinan razî bibe ku zirara êrîşa 12 rojî ya li ser Îranê telafî bike.
Wî her wiha diyar kir ku di dema ku danûstandin berdewam dikin de, divê garantiyek hebe ku êrîşa li ser Îranê dubare nebe, û got, "Em bi rastî li benda gavên avakirina baweriyê ne."
Erakçi her wiha got ku heya ku rêveberiya Trump ji Îranê daxwaza sifir dewlemendkirinê neke, ne mimkun e ku lihevkirinek çêbibe û got, "Niha ti sedemek tune ku bi Ewropiyan re danûstandin were kirin, ji ber ku ew ne dikarin dorpêçan rakin û ne jî tiştek din bikin. Ger ew mekanîzmaya ji nû ve destpêkirina dorpêçan çalak bikin, ev ji bo wan tê wateya dawiya rê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.