Fermandarê Îranê ku rejima îşxalker îddîa kiribû ku wî kuştibû li Tehranê beşdarî xwepêşandanan bû

Fermandarê Hêzê Qudsê Tûmgeneral Îsmaîl Kaanî ku hatibû îddîakirin di êrîşên asîmanî yên rejima sîyonîst de canê xwe ji dest daye, di bernameya komî ya ku li Tehranê hat tertîpkirin de hat dîtin.
Li gorî agahîyên ku ji teref Ajansa Nûçeya Fermî ya Îranê IRNA ve hatîye bidestxistin, Kaanî nêzê 12 roj paşê cara yekem ketîya nav xelkê. Kaanî, di “xwepêşandanên zeferê” ku piştî agirbesta bi rejima îşxalker re hat lidarxistin û di Meydana Înqilabê de hat tertîpkirin de hat dîtin.
Di dîmenên ku hatin weşandin de, tê dîtin ku Kaanî bi tevî pasdarên xwe di nav gel de dimeşe û bi gel re sohbetê dike.
Rejima terorê, îddîa kiribû ku ew fermandarê Îranê di 13ê Hezîranê de bi êrîşên asîmanî kuştibûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tehranê ji Emrîkayê xwest ku zirarên êrîşan tezmîn bike.
3 sîxûrên Mossadê ku hatin tespîtkirin bi rejima îşxalker re di nav têkilîyê de ne hatin îdamkirin.
Gelê Îranê li Tehrana paytext, zefera ku li hember êrîşên rejima îşxalker û Emrîkayê hatîye bidestxistin pîroz dikin.
Di qetlîama rejima îşxalker a ku li navenda belavkirina qaşo ya bi piştgirîya Emrîkayê hatîye vekirin de, hejmarê şehîdan gihaştîye 516 kesan.