Fermandarê Pasdaran Huseyîn Selamî şehîd bû

Rejima sîyonîst, di êrîşa ku li dijî Tehrana paytexta Îranê li dar xist de, Fermandarê Pasdaran Tûmgeneral Huseyîn Selamî şehîd kir.
Çapemenîya dewletê ya Îranê daxuyand ku, di seatên serê sibehê êrîşî Tehranê kir, di êrîşa sîyonîstan de Fermandarê Giştî yê Pasdaranan Tûmgeneral Husyeîn Selamî şehîd bû. Hat diyarkirin ku di êrîşê de zanyarên nukleer ên Îranê ku navdar in Fereydun Abbasî û Muhammed Mehdi Tahrancî jî şehîd bûne.
Hat îfadekirin ku êrîş ji teref bi dehan balafirên herbê yên îşxalkeran hat lidarxistin û di nav cîhên ku hatine hedefgirtin de tesîsa nukleerî ya Natanzê, leşkergeha aîdê Pasdaranan û navenda fermandarîyê jî hebûne.
Çavkanîyên fermî yên Îranê diyar kirin ku ji bo şehadeta fermandar Selamî li giştîyê welat şîn hat îlankirin û daxuyandin ku ew ê ji êrîşê re bersivekî berfireh bê dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref Pasdaranan ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Rejima sîyonîst ew ê berdêla vê êrîşê bide.”
Hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayê ya Îranê ketine fealîyetê û li Tehranê jî sitargeh hatine vekirin. Bang li gel hat kirin ku bi hêsan bin.
Wezîrê Karên Derve yê Emrîkaya îşxalker Marco Rubio got, “Em di êrîşê de cîh nagrin, divê Îranê me hedef negre.” Û diyar kir ku tu dexlê wan di êrîşê de tineye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.