Filistînîyekî ku di zinana sîyonîstan de bû şehîd bû

Hat diyarkirin ku Kamîl Muhammed Mahmud el-Acremîyê 69 salî ku ji Xezzeyê hatibû desteserkirin, şehîd bû.
Cemîyeta Êsîrên Filistînê û Lijneya Yên ku Hatine Serbestberdan û Êsîran ku girêdayê Rêxistana Sazîya Filistînê ye daxuyanîyeke hevpar belav kirin, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku rejima sîyonîst li hember Filistînîyên ku di zinadan de digire polîtîkaya cînayetê bi sîstematîkî didomîne.
Hat destnîşankirin Kamîl Muhammed Mahmud el-Acremîyê 69 salî ku ji Xezzeyê hatibû desteserkirin û di Zindana Negevê de dihat girtin li Nexweşxaneya Sorokayê şehîd bû.
Li gorî agahîyan Acremî bavê 6 zarokan e û di 25ê Cotmeha 2024an de li Xezzeyê hatibû desteserkirin.
Hat ragihandin hejmarê Filistînîyên ku ji Cotmeh 2023an vir ve di zindanê îşxalkeran de şehîd bûne derket 80an, ji sala 1967an vir ve jî hejmarê şehîdan derketîye 317 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di beşa xwe ya dawî de, bernameya "Ma Khafi A'zam" a televîzyona El Cezîreyê agahiyên deh hezaran leşkerên girêdayî hêza hewayî ya rejîma sîyonîst ku beşdarî qirkirina Xezzeyê bûne, bi raya giştî re parve kir.
Ji ber boykotkirina cîhanî ya li dijî berhem û şîrketên rejîma îşxalker ên ku piştgiriyê didin îşxalê, gelek şîrketan karên xwe kêm kirine.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de di 10ê Cotmehê de tenê 986 qamyonên alîkarîya mirovî derbasî Xezzeyê bûne, ev hejmar jî li gorî hejmara di peymana agirbestê de hatibû destnîşankirin pir kêmtir e.
Wezîrê Ragihandin a rejima sîyonîst Mîrî Regev, pêşnîyar ki rku bila cenazeyê şehîd Yahya Sînwar “were şewitandin”. Gotinên Regev, careke dinê zimanê nefret a rejima îşxalker anît ber çavan.