Generalên Beşar Esed serhildaneke çekdarî li dijî Şamê plan kirin
Tomarên dengî yên derketî holê û bi sedan belgeyên nehênî eşkere kirin ku efserên leşkerî yên payebilind ên rejîma Esed a hilweşiyayî plan dikirin ku êrîşeke çekdarî li Sûriyê bidin destpêkirin û hikûmeta nû ya li Şamê bikin hedef.
Tomar û belgeyên veşartî yên ku ji hêla televîzyona El Cezîreyê ve hatine bidestxistin eşkere kirine ku generalên pêşeng ên rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî ji bo ji nû ve organîzekirina hêzên çekdar seferber dibin.
Belgeyên ku dê di çarçoveya bernameya "El-Mutaherrî" de werin weşandin, eşkere dikin ku amadekariyên serhildaneke leşkerî, bi taybetî li herêma peravê Sûriyeyê, didomin û ev çalakî hikûmeta heyî ya li Şamê hedef digire.
Li gorî belgeyan, fermandarê berê yê hêzên taybet Suheyl Hesen di van destpêşxeriyan de roleke navendî lîstiye, û piştgirê wî yê herî girîng karsaz Ramî Mexlûf bû, ku pismamê Beşar Esed bû. Qeyd nîqaşên berfireh di navbera Hesen û Tugay Generalê berê Giyas Della de li ser plansaziya leşkerî û ji nû ve aktîvkirina şaneyên dilsoz ên rejîma berê nîşan didin.
Belgeyên dawî careke din eşkere dikin ku hevsengiya leşkerî û siyasî li Sûriyeyê hîn bi tevahî nehatiye aramkirin, û bermahiyên rejîma hilweşiyayî ji hewldanên xwe yên ji bo afirandina pevçûnek nû dev jê bernedane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hemasê desteserkirina desthilata îdarî ya Mizgefta XelîlîÎbrahîmî ji teref rejîma sîyonîst ve û veguhestina wê bo "îdareya sivîl" a qaşo îşxalker wekî gaveke pir talûke ber bi Cihûdkirinê ve ku nasnameya Îslamî û Erebî ya El Xelîlê hedef digire, wesifand.
Li nêzîkî Nablusê, li Şerîaya Rojava, hêzên îşxalker ciwanek kuştin û yekî din jî birîndar kirin.