Îşxalkeran li Nablûsê êrîş kirin: Şehîdek û birîndarek
Li nêzîkî Nablusê, li Şerîaya Rojava, hêzên îşxalker ciwanek kuştin û yekî din jî birîndar kirin.
Îro serê sibê, li nêzî gundê El-Lubban El-Şerqiye, li başûrê Nablusê li bakurê Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, di encama gulebaranê de ku wesayîtek sivîlan rasterast hate hedefgirtin, ciwanekî Filistînî şehîd bû û yekî din jî birîndar bû.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên îşxalker bi zanebûn gule berdane, dû re jî herêmê dorpêç kirine û rê li ber gihîştina cihê bûyerê girtine.
Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên îşxalker yek ji birîndaran desteserkirine û wî birine nexweşxaneyên li herêmên îşxalkirî, lê derbarê cewherê birînên wî de ti hûrgilî nedan, di heman demê de ekîbên ambulansê yên Filistînî birîndarê duyemîn birine Nexweşxaneya Dewletê ya Salfîtê.
Şehîd Hattab Muhammed Serhan Daragmeh ê 26 salî ye. Li gorî daxuyaniya malbata wî, hêzên îşxalker piştî ku ciwan birîndar bû li herêma "Sehl el-Leban" desteserkiri û dû re bêyî ku malbat an jî rayedarên pêwendîdar li ser cewherê birînên wî agahdar bikin, ew veguhestin nexweşxaneyên li deverên dagirkirî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hemasê desteserkirina desthilata îdarî ya Mizgefta XelîlîÎbrahîmî ji teref rejîma sîyonîst ve û veguhestina wê bo "îdareya sivîl" a qaşo îşxalker wekî gaveke pir talûke ber bi Cihûdkirinê ve ku nasnameya Îslamî û Erebî ya El Xelîlê hedef digire, wesifand.
Tomarên dengî yên derketî holê û bi sedan belgeyên nehênî eşkere kirin ku efserên leşkerî yên payebilind ên rejîma Esed a hilweşiyayî plan dikirin ku êrîşeke çekdarî li Sûriyê bidin destpêkirin û hikûmeta nû ya li Şamê bikin hedef.