Guterres bang li Xezzeyê dike: Divê hemû alî bi tevahî rîvayetê peymanê bin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres lihevkirina li ser merhaleya yekem a plana aştiyê ya Xezzeyê ya Donald Trump wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kir. Guterres got, "Divê ev derfet ji bo bidawîkirina îşxalê û naskirina mafê diyarkirina çarenûsa gelê Filistînê were bikaranîn."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres peymana ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve di navbera Hamas û rejîma sîyonîst de hatiye ragihandin û armanca wê destpêkirina agirbest û pêvajoyek "aştîyê" li Xezzeyê ye, pêşwazî kir.
Guterres di daxuyaniya xwe de pesnê hewldanên dîplomatîk ên Emrîkayê, Qeter, Misir û Tirkiyeyê da û got, "Ez hemû aliyan vedixwînim ku vê derfeta dîrokî bikar bînin û rê li ber pêvajoyeke sîyasî ya pêbawer vekin ku îşxalê bi dawî bike."
Sekreterê Giştî yê NY her wiha diyar kir, "Divê mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenûsa xwe were naskirin; çareseriya du dewletan, ku dê bihêle du gel di nav aştî û ewlehiyê de bijîn, êdî nayê paşxistin. Talûke qet ewqas mezin nebûne."
Guterres tekezî li ser pêwîstiya gihîştina bê asteng a alîkariyên mirovî û kelûpelên bazirganî li Xezzeyê kir. Wî her wiha daxwaza "berdana bi rûmet a hemî êsîran, agirbesta daîmî û bidawîanîna tevahî ya êşê" kir.
Trump: "Îro rojeke girîng e"
Serokê Emrîkayê Donald Trump li ser platforma medyaya civakî Truth Social ragihand ku Hamas û rejîma sîyonîst ji bo pêkanîna merhaleya yekem a planê li hev kirine. Trump got, "Hêzên îsraîlê dê vekişin sînorê diyarkirî, û êsîr jî dê di demek pir nêzîk de werin berdan."
Trump ev pêşketin wekî "rojeke mezin ji bo cîhana Ereb û Îslamî, îsraîl û Emrîkayê" bi nav kir û ji bo rola wan a wekî navbeynkar spasiya Qeter, Misir û Tirkiyeyê kir.
Daxuyanîya HAMASê
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku peyman rawestandina tevahî ya şer, vekişîna hêzên îşxalker ji Xezzeyê, ketina alîkariya mirovî û pevguhertina êsîran a hevbeş dihewîne. Tevgerê bang li Trump û dewletên garantor ên peymanê kir ku "destûr nedin îşxalkeran ku mafên wan asteng bikin an jî îxlal bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Girava Mindanaoyê di mezinahîya 7.4an de erdhejek qewimî. Rayedaran piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê dan. Di heman demê de, li Papua Gîneya Nû jî erdhejek bi pileya 6.3 çêbû.
Li gorî merhaleya yekem a peymana agirbestê li Xezzeyê, ew ê leşkerên îşxalker pêşî ji cîhek diyarkirî re vekişin û dû re êsîr wê werin berdan.
Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini diyar kir ku peymana li Xezzeyê hatiye kirin rehetiyek mezin aniye û got, "Me xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn amade kirine ku ji bo Xezzeyê werin şandin."
Berdevkê berê yê artêşa îşxalker diyar kir ku milîsên ku bi hêzên îşxalker ên li Xezzeyê re hevkariyê dikin "nikarin bikevin îsraîlê", û her wiha got ku ev kes ew ê neçar bimînin ku encamên biryarên xwe bi xwe bikişînin.