Hêzên Berxwedanê hişyarîyên tund dan: Plana îşxalkirina Xezzeyê ew ê ji wan re bibe gor

Komên berxwedana Filistînê, li hember tehdîdên Netenyahu daxuyanîyek hevpar dan û gotin, “Ev, îlankirina qirkirinekî ye û bedelên wî ew ê giran be. Xezze çi ji Tel Avîvê çi jî ji paytextên biyanî tê îdarekirin”
Li dijî qerara îşxala bi temamî ya Xezzeyê ya rejîma terorê, komên berxwedanê daxuyanîyek hevpar û muşterek dan.
Komên Berxwedanê di daxuyanîya ku dan de îfade kirin ku wê encamên gellekî giran ê vê qerarê hebe û weha hat gotin:
“Ev îlana qirkirineke eşkere ye. Wê bedelên wê yên giran hebe. Xezze ne ji Tel Avîvê û ne jî ji paytextên din wê tê îdarekirin. Ev qerar û daxuyanîyên Netenyahû, ecziyeta wan a di sahayê de nîşan dide. Ev du sal zêdetire ku digel bi temamî îmkanên xwe û desteka welatên Emperyalîst negihaştin hedef û armancên xwe yên îşxalê. Vêga jî bi birçîbûnê îlanekî qirkirinê ya din dikin. Heger rejîma terorê bixwaze bi temamî Xezzeyê îşxal bike wê bedelên giran bide û berxwedan ji bo her cûre êrîş û planan hazir e.”
Komên Berxwedanê yên Filistînî di daxuynaya ku dan de îfade kirin ku Xezze cîhê berxwedanê ye û wê tu carî teslîm nebe:
“Xezze ne perçeyekî axa vala ye. Bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Bi destên mucahîdan hatîye parastin. Cîh û warê berxwedanê ye. Hewla îşxaleka nû wê ji bo rejîma terorê bibe gotistenekî û bibe çirava mirinê. Wê di nav de bişewite û bibe arî. Netenyahû ji bo wendayîn û darbeyên ku xwarine veşêr bide, qerarên cûda digre. Wek berê ew ê niha jî Netenyahû bi ser nekeve û mexlûbiyeta wî wê qat bi qat zêde bibe.”
Komên Berxwedanê di dawiyê de got ku serbestberdana êsîrên sîyonîst encax li ser maseyê û bi bedelên giran mumkûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.