Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku bihesaba ew ê li gorî peymana agirbestê wê ji Libnanê derketana lê ew ji herêman derneketin de kesekî şehîd kirin, 7 kesan jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku sîyonîstên îşxalker li başûrê welat, li herêmên ku îşxal kiribû êrîşê welatîyan kirîye.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşan de li bajaroka Adîsayê Libnanîyekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li Benî Hayyanê 2, li Hulayê 2 û li Yarunê jî Libnanîyekî birîndar bûne.
Artêşa îşxalê ku li gorî peymana agirbesta ku bi Libnanê re îmze kiribû divê ji herêmên ku îşxal kirîye vekişîya, piştî temambûna dema wî êrîşan kir û hejmarê mirovên ku wan qetil kirîye jî derket 25 kesan, birîndar jî bûn 141 kes.
Ajansa Nûçeya Fermî ya Libnanê NNA jî diyar kir ku sîyonîstan li bajaroka Kefr Killayê gule li ser şênîyên herêmê yên ku dixwestin bikevin nav Deyr Mimasê reşandin.
Peymana agirbesta ku di navbera Libnan û rejima îşxalker de hatibû îmzekirin, di 27ê Mijdara 2024an de li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 05.00an de hatibû îmzekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de 3 êsîrên îşxalker û 5 êsîrên Taylandî teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Li wîlayeta Xora rojavaya Efxenistanê laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre hat îmhekirin.
Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.
Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.