Hîzbullah ji êrîşên Emrîka û sîyonîstan re bertek nîşan da: Ev sûcekî herbê ye

Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê wek “îxlalkirina zelal a hiqûqa navneteweyî û sûca herbê” nirxand. Dûre weha daxuyand, “Ew ê gelê Yemenê gav paşve navêjin, ew ê ji Filistînê re desteka xwe zêde bike.”
Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê bi zimanekî tund şermezar kir. Di daxuyanîya ku ji teref Tevgerê ve hat belavkirin de êrîş, wek “sûca herbê” û “îxlalkirina bi zelalî ya hiqûqa navneteweyî” wesifand.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Êrîşa Emrîka û Sîyonîstan binesazî, tesîsên bender û wargehên sîvîlan hedef girtîye. Ev, bi zelalî sûcekî herbê ye. Û ev ne li gorî hiqûq, kevneşopî û peymanên navneteweyî ye.”
Hîzbullah, bal li ser berxwedan û piştgirîya gelê Yemenê ya ku ji bo Xezzeyê nîşan dide kişand û got, “Gelê Yemenê digel hewqas êrîş, bomberdman, bi sedan şehîd û birîndaran dîsa jî bi tevî serokatîya xwe ya wêrek dev ji destekdayîna Xezzeyê bernedaye. Bi dorpêçên behr û hewa ya ku li dijî rejima sîyonîst daye destpêkirin denklemekî muhîm çêkirîye. Ev êrîşa nû, ew ê biryarîya wan zêdetir bike.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Hîzbullah bi gel û serokatîya Yemenê re di nav piştgirîyekî mezin de ye, û bang li alema Îslamê û gelên azad hat kirin ku bila tevbigerin:
“Li hember ev êrîşa wehşî alema Erep û Îslam, divê mesulîyeta xwe ya dîrokî bicîhbîne, li hember zordarîya Emrîka û sîyonîstan bi dengekî bilind îtîrazan bike. Ev bêdengî ew ê ji cînayetên zêde re dawetîyeyan hazir bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Quds îşxalkirî kirin û di bin parastina polêsên îşxalker de rîtûelên Talmûdî pêk anîn. Xaxemên ku piştgirîya hilweşandina El-Eqsayê û avakirina perestgehekê li şûna wê dikin jî beşdarî êrîşê bûn.
Kabîneya rejima îşxalker a sîyonîst, ji plana êrîşkirina ku di nav xwe de îşxalkirina Xezzeyê û koçkirina gel a ji başûr re jî heye re biryara erê da. Netenyahu got, “Vê carê em ê axan îşxal bikin û li wê derê bimînin”. Wezîrên îşxalker, ji bona ku li Xezzeyê wargehên nû bêne damezrandin bang kir.
Tevgera Ensarullahê Yemenê di 4ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Ben Guriona rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî operayonek li darxist, piştî ev operasyonê gelek şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandin. Piştî operasyonê bi hezaran sîyonîst li derveyê welat man.