Şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê piştî operasyon Ensarullahê rawestandin

Tevgera Ensarullahê Yemenê di 4ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Ben Guriona rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî operayonek li darxist, piştî ev operasyonê gelek şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandin. Piştî operasyonê bi hezaran sîyonîst li derveyê welat man.
Piştî operasyona Tevgera Ensarullahê Yemenê, şîrketên balafiran li pey hev daxuyandin ku ew seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandine.
Şîrkerên Eurowings, Swiss, Austrian Airlines û Brussels Airlinesê ku aîdê Koma Lufthansa navenda wî Elmanyaye ne daxuyandin ku ew heta 11ê Gulanê seferên xwe betal kirine. Di heman demê de şîrketa ITA Airways a Îtalyayê jî heta vê dîrokê seferên xwe yên Tel Avîvê daye sekinandin. Şîrketa United Airlinesê ku navenda wî Emrîka ye diyar kir ku qedexeya seferên xwe heta 9ê Gulanê, şîrketa Wizz Air (Macaristan) jî heta 8ê Gulanê dirêj kirîye.
Şîrketên mezin ên dinê jî wek Delta Air Lines (Emrîka), British Airways (Îngilistan), Ryanair (İrlanda) û Aegean Airlines (Yewnanistan) seferên xwe yên Tel Avîvê herî kêm heta 6ê Gulanê dane sekinandin. British Airways, daxuyand ku ew di dema operasyona Ensarullahê de mirettebatên xwe yên li Tel Avîvê bi acîlî tehlîyeya Vîyanayê kirine.
Li gorî çapemenîya Îngîlîz û sîyonîstan balafira Air India ya ku sefera Delhîya Nû-Tel Avîvê dikir çend deqîqe mabû ku xwe daxîne Tel Avîvê berê xwe guhart û çû Abu Dabîyê. Li gorî çavkanîyên wek The Times of Israel û Yedioth Ahronotê van daxuyanîyan, bi hezaran welatîyên rejima sîyonîst li derveyê welat hişt.
Tevgera Ensarullahê, piştî operasyona Ben Gurionê daxuyandibû ku ew li hember rejima sîyonîst dorpêçekî mezin dane destpêkirin û ji şîrketên balafiran re gotibû ku bila seferên xwe yên ji rejîma îşxalker re betal bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Quds îşxalkirî kirin û di bin parastina polêsên îşxalker de rîtûelên Talmûdî pêk anîn. Xaxemên ku piştgirîya hilweşandina El-Eqsayê û avakirina perestgehekê li şûna wê dikin jî beşdarî êrîşê bûn.
Kabîneya rejima îşxalker a sîyonîst, ji plana êrîşkirina ku di nav xwe de îşxalkirina Xezzeyê û koçkirina gel a ji başûr re jî heye re biryara erê da. Netenyahu got, “Vê carê em ê axan îşxal bikin û li wê derê bimînin”. Wezîrên îşxalker, ji bona ku li Xezzeyê wargehên nû bêne damezrandin bang kir.
Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê wek “îxlalkirina zelal a hiqûqa navneteweyî û sûca herbê” nirxand. Dûre weha daxuyand, “Ew ê gelê Yemenê gav paşve navêjin, ew ê ji Filistînê re desteka xwe zêde bike.”