HAMASê, du cenazeyê sîyonîstên dinê jî teslîmê Xaça Sor kir

Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê du cenazeyên dinê yên êsîrên sîyonîst teslîmî Xaça Sor kir. HAMASê di çavçoveya peymana agirbestê de heta niha 20 êsîran sax, 15 êsîran jî bi mirîkî teslîm kir.
Ofîsa serokwezîrtîya rejima sîyonîst ras kir ku Tel Avîvê bi navbeynkarîya Xaça Sor cenazeya du êsîran teslîm girtîye.
Tûgayên Qessam destnîşan kir ku cenaze li gorî seatên Qudsê di seat 21.00an de hatine teslîmkirin.
Tevger berê jî îfade kiribû ku teslîmkirina cenazeya êsîran gelek zehmet e ji ber wêranîya bajêr û kêmasîya amûran, ji ber vê yekê dibe ku wexta teslîmkirina êsîran dirêj be. Hat îfadekirin ku îşxalkeran nahêlin ku amûrên hewce bikeve nav bajêr û ev jî dibe sedema derengmayînê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şofêrê motorsîkletek li bajarê Eyn Qanayê li başûrê Lubnanê piştî ku ji teref balafireke bêmirov a rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin, şehîd bû.
Serokê Ensarullahê Abdulmelîk el Husî, destnîşan kir ku rejima îşxalker li dijî Xezzeyê ji nû ve dest bi êrîşan bike hêzên Yemenê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî amade ye.
Hêzên ewlehî yên Xezzeyê daxuyandin ku ew li dijî mîlîsên Yaser Ebû Şebab operasyonên hessas li dar xistine, di encamê de gelek mîlîna binçav kirin û dest danîn li ser amûrên wan ên leşkerî.