HAMASê jı hemû cîhanê re bang kir: Divê meydan bên dagirtin, li dijî zilmê deng bê bilindkirin

HAMAS bang li gelê Filistînê, ummeta Îslamî û wijdanên azad ên cîhanê kir ku vê dawiya hefteyê ji bo rawestandina qirkirina li Xezzeyê û îxlalkirinên li Qudsê rabin ser piyan.
Ji HAMASê bangek hat kirin ku li hember êrîşên qirkirinê yên rejîma sîyonîst li Xezzeyê û îxlalkirinên wê yên li ser nirxên pîroz ên li Mescîda Eqsayê bertek nîşan da. Di daxuyaniya ku ji hêla tevgerê ve hat dayîn de, hemû ummeta Îslamî û gelên cîhanê, bi taybetî jî gelê Filistînê, roja Înê, Şemî û Yekşemê ji bo meydanan hatin vexwendin.
"Dema rabûna ji bo Xezzeyê, Qudsê û Eqsayê ye!" Di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna hemû rêbazên rewa yên berxwedan û zexta civakî li dijî zilma dagirkeriyê hat kirin.
"Em bang li gelê xwe yê bi rûmet, ummeta xwe û hemû gelên cîhana azad dikin: Em ji bo Xezzeyê, ji bo Qudsê, ji bo Eqsayê bi hev re radiwestin! Dema rabûna li dijî zilmê, derketina kolanan, berxwedana li dijî dagirkeriyê ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demekê de ku hewl tê dayîn ku bi dorpêçkirin, birçîbûn û bombebaranê Xezzeyê were wêrankirin, bêdengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. HAMASê bang li hemû mirovahiyê kir:
"Meydanan tijî bikin, li ber balyozxaneyan xwepêşandanan organîze bikin, boykotên bazirganî û çandî zêde bikin, dengê xwe li ser medyaya civakî bilind bikin, dua û meşên xwe ji bo Qudsê û Eqsayê paşguh nekin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên îşxalkeran de li Şerîaya Rojava ya Filistînê ya ku hatiye îşxalkirin du Filistînî birîndar bûn, çeteyên Cihûyan jî li Geliyê El Uyun ê li bakur êrîşî cotkarên Filistînî kirin û berhemên wan wêran kirin.
Zarokê Filistînî Mihemed Huseyîn Akîlan ku di êrîşa rejîma sîyonîst de li bajarê Deyr el-Belah bi giranî birîndar bû, îro danê sibê şehîd bû. Bi şehadeta Mihemedê biçûk, malbat bi hemû endamên xwe hate tunekirin û bi tevahî ji qeydên nifûsê yên Filistînê hate jêbirin.
Serokê lijneya mizakereya HAMASê Xelîl el Hayye, li ser telefonê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û geşedanên sîyasî yên dawîn ên li herêmê hatin bidestxistin.
Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.