Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
Di daxuyaniya HAMASê de ev tişt hatin gotin:
“Tê payîn ku hêzên îşxalker di demeke nêz de lîsteyek ji 90 navên jin û zarokên ku tê payîn di roja yekem a peymana agirbestê de bên eşkerekirin, ragihînin.
Em diyar dikin ku ev lîsteya ku ji 90 kesan pêk tê beşek ji lîsteya lihevkirî ye ku bi giştî 120 navên ji heman kategoriyê dihewîne. Li gorî peymana agirbestê, tê payîn ku hêzên îşxalker di berdêla jineke sivîl de 30 girtiyên filistînî serbest berdin.”
Saet 08.30 bi dema herêmî agirbest di saet 09.30an da dest pê kir, lê îşxalkeran îdia kir ku agirbest ne di rewaca de ye, bi hinceta ku navê mehkûmên siyonîst ên ku îro bên berdan negirtine û qetlîamên xwe berdewam kirin.
HAMAS û baskê wê yê leşkerî Tûgayên Qassam navê 3 girtiyên jin ên siyonîst ku wê îro bên berdan parve kirin.
Rayedarên îşxalê jî diyar kirin ku navên lîsteya girtiyan gihiştiye destê wan û agirbest di saet 12.15an de dest pê kiriye.
Li gor çapemeniya îşxalker îro saet 17.00an 3 mehkûmên siyonîst wê bên guherandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.