HAMAS: Xezzeyê wê ji îşxalê re serê xwe netewîne

HAMASê, plana bi temamî îşxalkirina Netenyahu bi tundî şermezar kir, daxuyand ku ev planeke qirkirinê ye ji bona sabotekirina mizakereyen.
Qaşo serokwezîrê terorîstan Bunyamîn Netenyahû doh bi civîna ku bi qabîneya şer û qatil a xwe re li dar xist re qerar da ku wê xezzeyê bi temamî îşxal bike.
HAMASê nerazîbûn nîşanê ev qerara bi temamî îşxala Xezzeyê ya Netenyahû da.
HAMASê îfade kir ku wê Xezze tu carî teslîm nebe, serê xwe netewîne û weha got:
“Ev daxuyanîyên Netenyahû darbeyeka eşkereyî ya sabotekirina muzakereyan e. Nîyeta qirêj a zelal a rejîma terorê derket holê. Herkes baş zane ku nîyeta wan heye Xezzeyê bi temamî ji holê rabikin û qetlîamên mezin bikin û Xezzeyîyan bi zorê ji cîh û warên wan bikin.”
HAMASê di berdewama daxuyanîya xwe de qala zayîad û windahîyên rejima terorê kir û weha lê zêde kir:
“Rejîma terorê li Xezzeyê wendayîn û darbeyên giran xwarine û dixun. Wê Xezze tu carî teslîm nebe. Îşxala bi temamî ya Xezzeyê ne pîknîke, wê encamên wê yên giran hebe. Netenyahû ji bo menfietên xwe yên sîyasî, can û jîyana êsîrên xwe dixînin nava tehlûkeyê.”
Di dawiya daxuyanîyê de bang li welatên Ereb û Îslamê jî hat kirin û weha hat gotin:
“Van daxuyanîyên bi tehlûke, şermezar bikin û bidin sekinandin. Divê di vî warî de gavên acîl bên avêtin. Divê heqê tayînkirina heyatê ya civak û gelan ji wan re bê dayîn. Divê îşxalker ji ber sûcên ku dikin werin mehkemekirin û cezakirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.