HAMASê cesedê êsîrekî dinê jî teslîm kir
HAMASê girêdaybûna xwe ya ji peymana agirbestê dîsa nîşan da û ku cenazeya êsîrekî sîyonîst ê ku ji bin kavilan derxist teslîmî Xaça Sor kir.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalker ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku ew tabûta ku cenazeya êsîrê sîyonîst di nav deye li Şerîda Xezzeyê teslîm girtine.
Hat îfadekirin ku ekîbên Xaça Sor ji bona ku cenazeyê teslîm bigrin çûne cem leşkerên Tûgayên Îzzeddîn el Qessam û ji li wê derê jî berê xwe dane alîyê sîyonîstên îşxalker ku cenazeyê teslîm bikin.
Hat îfadekirin ku ew ê cenaze ji bona ku nasnameya wî were tespîtkirin ji navenda tip a edlî re hat şandin.
Piştî ku êsîrên sax hatibûn teslîmkirin li Xezzeyê cenazeya 28 êsîrên sîyonîst mabûn.
Berîya vê cenazeyê dawîn HAMASê 19 cesedan teslîm kiribû.
Rejima sîyonîst bi navbeynkarîya Xaça Sor, di 2yê Mijdarê de 3, di 4ê Mijdarê de jî cesedekî sîyonîstan teslîm girtibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çiqas danûstandinên ji bo derbasbûna ewle ya endamên Hamasê yên di tunela Refahê de asê mane berdewam dikin jî, nakokiyên sîyasî yên di nav rejîma sîyonîst de pêvajoyê asteng dikin. Pêşniyara Netanyahu ya ji bo destûrdayîna derbasbûnê di nav hikûmetê de rastî nerazîbûnê hat.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de ku ji teref rejîma îşxalker ve li Başûrê Lubnanê pêk hat, kesek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎTê) Îbrahîm Kalin, li Stenbolê bi Serokê Lijneya Mizakereya Biroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl Hayye û lijneya bi wî re hevdîtinê kir.