Îşxalkeran li Lubnanê wesayîtek bombebar kirin: Şehîdek
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de ku ji teref rejîma îşxalker ve li Başûrê Lubnanê pêk hat, kesek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Ajansa Nûçeyan a Lubnanî ragihand ku di êrîşeke asmanî de ku li ser rêya Burc Rehal-Ebbasiye li herêma Burc Rehal a navçeya Surê wesayîtek hedef girt, welatiyekî Lubnanî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî ajansê, êrîşê di nav xwendekarên dibistanên nêzîkî cihê hedefgirtî de panîk û tirs çêkiriye, û dê û bav bezîn dibistanan da ku zarokên xwe bibin malê.
Ajansê got ku di êrîşeke din de, droneke îşxalker bombeyeke dengî avêt herêma sînorî ya Wata el-Xeyam li başûrê welat.
Hêzên îşxalker bi hefteyan e êrîşên xwe yên li ser Lubnanê zêde dikin, kesên ku ew îddîa dikin endamên Hizbullahê ne dikujin û êrîşî deverên li rojhilat û başûrê welat dikin.
Pêncşema borî, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun ferman da artêşê ku li dijî her destwerdana leşkerî ya sîyonîst li axa azadkirî ya Lubnanê li başûrê welat derkeve. Lêbelê, roja din, wî got ku welatê wî ji bo danûstandinên ku armanc dikin bidawîanîna îşxalkerên sîyonîst û vegerandina axê amade ye.
Êrîşa ku îşxalkeran di Cotmeha 2023an de li dijî Lubnanê dan destpêkirin, di Îlona 2024an de veguherî şerekî berfireh, ku di encamê de zêdetirî 4.000 şehîd û 17.000 birîndar bûn. Peymana agirbestê ya ku ji Mijdara 2024an vir ve bi Hizbullahê re di meriyetê de ye, zêdetirî 4.500 caran hatiye îxlalkirin, ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê girêdaybûna xwe ya ji peymana agirbestê dîsa nîşan da û ku cenazeya êsîrekî sîyonîst ê ku ji bin kavilan derxist teslîmî Xaça Sor kir.
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎTê) Îbrahîm Kalin, li Stenbolê bi Serokê Lijneya Mizakereya Biroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl Hayye û lijneya bi wî re hevdîtinê kir.
Şilîya ku li Vîetnamê tesîrdar bû, bû sedema felaketa lehîyê, di encama şehîyê de hejmarê mirîyan derket 47 kesan.