HAMASê derheqê hevdîtina ku bi Îbrahîm Kalin re kirin de daxuyanî da

Tevgera berxwedana îslamî HAMASê, diyar kir lijneya ku bi serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinê kir, rêyên tetbîqkirina peymana agirbestê û gihandina alîkarîyên însanî gotûbej kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku lijneyek di bin serokatîya Serokê Konseya Serokatîyê Muhammed Dervîş de li Dohaya paytexta Qeterê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hatin cem hev.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku endamên Biroya Sîyasî Xalid Meşal, Zahîr Caberîn, Nîzar Avadallah û Semî Haterî jî cîh girtin.
Hamasê îfade kir ku Serokê Konseya Serokatîyê ya tevgerê, di hevdîtinê de tetbîqkirina peymana agirbestê ya li Xezzeyê û gihandina alîkarîya însanî ya ji Şerîda Xezzeyê re li ber çavan ji nû ve derbas kirine.
Dervîş bal kişand ku girtîbûna Derîyê Refahê di wrê tetbîqkirina peymanê de astengîyan derdixe holê, ku nexweş û birîndar nikarin di derî de derbas bibin.
Bal hat kişandin ku tevger hetanî ku agirbesteke tam çêbibe ew bi soza xwe re girêdayî ye. Û heta ku dewletek serbixwe ku paytexta wî Quds e neyê avakirin ew di berxwedanê de bibiryar in. Dervîş ji bo ji nû ve avakirinê jî îfade kir ku divê xebat bi lez û bez dest pê bikin û lazimatî werin temînkirin.
Seroka konseyê ji xûşk û birayên xwe yên Tirkîyeyê û bi taybetî ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ji bo navbeynkarî û xebatên wan sipasîyên xwe pêşkêşî kir.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî îfade kir ku Tirkîye di piştgirîya xwe ya ji bo Filistînê bibiryar e û li hember êrîşên îşxalê disekine.
Serokê MÎTê ÎBrahîm Kalin jî sekina welatê xwe ya di warê meseleya Filistînê de agahîyan da û bal li ser xebatên Tirkîyeyê yên ji bo agirbestê kişand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şofêrê motorsîkletek li bajarê Eyn Qanayê li başûrê Lubnanê piştî ku ji teref balafireke bêmirov a rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin, şehîd bû.
Serokê Ensarullahê Abdulmelîk el Husî, destnîşan kir ku rejima îşxalker li dijî Xezzeyê ji nû ve dest bi êrîşan bike hêzên Yemenê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî amade ye.
Hêzên ewlehî yên Xezzeyê daxuyandin ku ew li dijî mîlîsên Yaser Ebû Şebab operasyonên hessas li dar xistine, di encamê de gelek mîlîna binçav kirin û dest danîn li ser amûrên wan ên leşkerî.
Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê du cenazeyên dinê yên êsîrên sîyonîst teslîmî Xaça Sor kir. HAMASê di çavçoveya peymana agirbestê de heta niha 20 êsîran sax, 15 êsîran jî bi mirîkî teslîm kir.