HAMASê ji bo 3 rojan banga çalakîyan kir

Tevgra berxwedana Îslamî HAMASê, ji bona ku di rojên 30, 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê de çalakîyên girseyî bêne kirin bang li hemû bajarên cîhanê kir ku bila li hember qirkirina sîyonîstan derkevin derve.
HAMASê, di daxuyanîya ku da de weha îfade kir, “Rojekî dinê jî bi êrîş, qirkirin û birçîbûnîyê derbas bû… Divê bi lez û bez ev qetlîam bê sekinandin, ji tevgereke kûrewî re bang dikin.”
Tevger, ji hemû gelên ku ji Xezzeyê re destekê didin re teşekur kir, û ji bona ku piştgirîya ji Mescîdî Eqsaya pîroz, Quds û Xezzeyê re nîşan bidin banga bilindkirina deng kir.
HAMASê weha got, “Rejima îşxalker, ji 600 rojan zêdetir e êrîşên xwe yên hovane, qetilkirina gelê sîvîl, zarok û pîrekan roj bi roj zêde dike. Ev, ji hemû qural û qaîdeyên hiqûqa navneteweyî, emr û qedexeyên dînên asîmanî û biryarên NYyê re meydan xwarin e.”
Di berdewama daxuyanîyê de HAMASê bang li hemû gel û ummet kir ku li hember vê qirkirin û birçîbûnîyê rabin ser pîya û berxwedan û protestoyên xwe bidomînin, “Bila rojên În, Şemî û Yekşemê (30, 31 Gulanê û 1ê Hezîranê) rojên hêrsê bin. Bila di hemû qad û bajaran meşên girseyî, xwepêşandan û çalakîyên rûniştinê bêne kirin da ku bila ji bo qirkirin û birçîhiştina li Xezzeyê deng bilind bibin. Bila piştgirîya bi Xezze, Quds û Mescîdî Eqsayê bi şekleke qewettir bilind bibe.”
Artêşa îşxalker, piştî îxlalkirina agirbestê ku di 18ê Gulanê de îxlal kiribû û ji nû ve dest bi êrîşan kiribû vir ve heta niha ji 3 hezar û 800î zêdetir Filistînîyan şehîd kir, û nêzê 11 hezar kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike, da ku ji hemû axa başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Wezareta Tenduristîya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku li Xezzeyê di nav 2 mehan de 58 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.