Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 79 şehîd û 163 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 901 kes şehîd bûn, 11 hezar û 88 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike, da ku ji hemû axa başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Tevgra berxwedana Îslamî HAMASê, ji bona ku di rojên 30, 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê de çalakîyên girseyî bêne kirin bang li hemû bajarên cîhanê kir ku bila li hember qirkirina sîyonîstan derkevin derve.
Wezareta Tenduristîya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku li Xezzeyê di nav 2 mehan de 58 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.