Hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye.
Alîkarê Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Daniela Gross diyar kir ku ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê koçberbûna bi darê zorê zêde bûye û li giştîyê Xezzeyê di navbera 12 û 20ê Tebaxê de nêzîkî 17 hezar koçberên nû hatine qeydkirin.
Gross got, "Ev hejmara herî dawî hejmara giştî ya koçberên ku ji dawiya agirbestê di nîvê Adarê de hatine qeydkirin digihîje zêdetirî 796 hezarî."
Gross destnîşan kir ku ji sedî 95ê koçberiya bi darê zorê li bajarê Xezzeyê pêk hatiye, û xelk ji ber êrîşan ji rojhilatê bajêr reviyan û ber bi başûr û rojava ve koç kirin.
Gross her wiha diyar kir ku rayedarên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) hişyarî dane ku bombebarana bênavber a bajarê Xezzeyê û deverên derdorê encamên wêranker li ser sivîlan çêdike û dibe sedema gelek qurbaniyên sîvîlan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi hezaran Filistînî, digel hemû astengîyên artêşa rejima îşxalker nimêja xwe yên Înê li Mescîdî Eqsayê kirin.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got ku heger HAMAS agirbest û peymana pevguhertina êsîran qebûl bike jî, ew ê Xezzeyê îşxal bikin û got, "Em ê di her rewşê de vê bikin. Qet nîşanek şibheyê tunebû ku em HAMASê li wir nehêlin."
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên 24 seatên dawîn ên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê de 70 kes şehîd bûn, 356 kes jî birîndar bûn.