Hejmara qurbaniyên şewata Hong Kongê gihîşt 94 kesan
Hejmara qurbaniyên şewata mezin a li Wang Fuk Site ya li navçeya Tai Po ya Hong Kongê gihîşt 94 kesan û herî kêm 270 kes jî winda ne.
Xebatên vemirandina agirê li kompleksa xanî ya mezin, ku nêzîkî 4.000 kes lê dijîn, zêdetirî 40 saetan berdewam kir.
Hate diyarkirin ku agirê li kompleksa ku ji 1900î zêdetir apartmanan dihewîne, ji ber şewitandina îskeleyên ji bambu û materyalên îzolasyonê yên şewatbar ên ku di dema nûjenkirina avahiyan de hatine bikar anîn, bi lez belav bûye.
Yek ji îtfaîyevanan di nav kesên ku di şewatê de mirin de bû. Bi tevahî 76 kes, di nav de 11 îtfaîye, birîndar bûn, û herî kêm 270 kes hêna jî winda ne. Ekîban ragihandin ku ew hêna jî nekarîne bersiva 25 bangên alîkariyê yên ji herêmê bidin.
Di lêpirsîna bûyerê de, du rêveberên şîrketa înşaetê ya ku nûjenkirinê pêk dianî û endezyarek şêwirmend bi tohmeta "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa îşxalkeran a li ser bajarokê Beyt Cinn ê Quneytrayê de di nav de du zarok û du jin jî hene bi tevahî 13 kesan canê xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, di şer de sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Rejîma îşxalker du ciwanên Filistînî yên li malekê li bajarê Cenînê yê bakurê Şerîaya Rojava dorpêç kirin û ji mesafeyeke nêzîk ve gule li wan reşandin û bê daraz wan îdam kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Sûdanê 21.2 milyon kes ji ber şerê nêzîkî sê salan ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bi birçîbûneke giran re rû bi rû ne.