Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.058 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 8 birîndar gihîştine nexweşxaneyan. Wezaretê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên rejîma sîyonîst de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 58an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 488an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê daneyên nû yên derbarê ziyanên êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê parve kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên dawî de çar şehîd û heşt birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 11ê Cotmehê ve agirbest şikestiye û vir ve, 1045 Filistînî şehîd bûne, 3380 kes birîndar bûne û 786 kes jî ji bin xirbeyan hatine rizgarkirin.
Bi vî awayî, hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73 hezar û 58 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 488 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê diyar dike ku gelek kes hêna jî di bin kavilan de û li deverên ku mirov nikarin bigihîjin wan de ne û hejmara rastîn ji hejmarên hatine weşandin zêdetir e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî operasyona bejayî û êrîşên asmanî yên artêşa Pakistanê li ser sînorê Efxenistanê, Emîrtîya Îslamî ragihand ku bi dehan sivîl li wîlayetên Paktîka, Paktiya û Kunar hatine kuştin û birîndar kirin. Berdevkê fermî Zebîhullah Mucahîd bi tundî êrîşê şermezar kir û wan wekî "êrîşkariyeke tirsonek" bi nav kir.
Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî doh ragihand ku operasyona dijî gendeliyê, ku tê de bi dehan siyasetmedar û berpirsên payebilind hatin girtin, tenê merhaleya yekem bû. Hikûmetê tekez kir ku operasyonên li dijî kesên ku çavkaniyên giştî talan dikin ew ê berdewam bikin û gendelî di nav dewletê de nayê qebûlkirin.
Li gorî agahiyan, Emrîka û Îran li hev kirine ku êrîşên hevbeş li dora Tengava Hurmuzê rawestînin û ewlehiya trafîka deryayî vegerînin. Tê texmînkirin ku her du alî roja Sêşemê li Dohaya paytexta Qeterê dest bi danûstandinên teknîkî bikin.