Hereketa Ensarullaha Yemenê regihand ku di nava mehekê de cara 8. Li keştîya "USS Harry S. Truman" a aidî Emerîkayê ye xistîye.
Yahya Serîyê Berdevkê Leşkerî ya Hereketa Ensarullahê got, operasyon bi fuzeyên seyrê û balafirên bêmirov hatiye çêkirin.
Serî di daxuyaniyê de ragihand ku operasyon bi serkeftin encam bû ye û keştî mecbûr maye ku ji cihê operasyonê derkeve. Her wiha got ku li dijî operasyonên Yemenê wê “operasyonên leşkerî yên hêja” pêk bînin.
Hereketa Ensarullahê, li dijî êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê dike ji sala 31ê Cotmeha 2023an vir ve li Behra Sor operasyon li dijî keştiyên ticarî ya aidî rejîma îşxalker dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.