Hêzên ewlehiyê yên Filistînê rojnamevanê El Cezîreyê Mihemed El Etraş ji mala wî ya li El Xelîla li başûrê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî desteser kirin û sewqî dadgehê kirin.
Çavkanîyên herêmî ragihandin ku karbidestên îstîxbarata Filistînê û hêzên hevpar ên ewlekarîyê, danê sibê li gorî saeta herêmî derdora seat 03.00an de avêtin ser mala Mihemed El Etraş a li Xelîlê.
Muhammed El Etraş ji ber xeberên xwe yên li ser operasyonên dawî yên ewlehîyê yên rêveberiya Filistînê ji aliyê hinek kesên girêdayî tevgera Fetih û hêzên ewlehiyê ve bû hedef.
Tevgera Fetihê biryara qedexekirina El Cezîre û tîmên wê da ku derbasî Cenîn û kampa penaberan bibin û piştre jî biryarên bi vî rengî li parêzgehên din ên Şerîeya Rojavayê hatin girtin.
Ev geşedan piştî wê yekê tên ku hikûmeta Filistînê di destpêka vê mehê de biryar da ku weşan û xebatên Al Cezîreyê li Şerîeya Rojava bi temamî rawestîne. Ev biryar ji teref rêxistinên maf û çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî ve bi awayekî berfireh hat rexnekirin û weke îhlalkirina azadiya çapemeniyê hat binavkirin.
Komîteya Malbatên Girtiyên Siyasî yên Şerîeya Rojava di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya îro de desteserkirina rojnameger Mihemed El Atraş şermezar kir û got, "Rewşa polîtîkayên çewisandinê yên li herêmê li dijî azadiya raman û ragihandinê ye."
Heman komîteyê hêzên ewlekariya Filistînê ji ewlekariya El Etraşê bi tevahî berpirsyar dît û diyar kir ku desteserkirin, kuştin û gefên li ser rojnamegeran û hewldana veşartina êrîşên hevpar ên ku ji teref dagirkerî û rêveberiya Filistînê ve tên kirin wê bi ser nekeve.
Komîteyê bang li eşîrên li Xelîlê û hemû mirovên birûmet ên li Filistînê kir ku li dijî kiryarên hêzên ewlehiyê yên Filistînê helwestek tund nîşan bidin û ji bo serbestberdana tavilê Mihemed El Etraş û hemû girtiyên siyasî hemû zextan bikin.
Di 19ê Çileya 2025an de hêzên ewlehiyê yên Filistînê 2 rojnamevan bi saetan desteser kirin. Li derdora Girtîgeha Ofer a bajaroka Betûnya ya dikeve rojavayê Rimêlanê 2 rojnameger dema ku ji bo serbestberdana girtiyan pêşwaziya girtiyan dişopandin, hatin desteserkirin. Di heman rojê de nûçegihanê din ê El Cezîreyê li derdora Ofer bi hinceta ku weşana zindî dike hate desteserkirin.
Di destpêka vê mehê de, Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rimêlanê biryar da ku li ser daxwaza dozgerê Filistînî Akrim El-Xetîb, 4 mehan rê li ber hinek malperên tora medyayî ya El Cezîreyê bigire. Ev biryar li ser bingeha xala 39 ya yasaya Sûcên Elektronîkî ya hejmar 10 ya sala 2018ê hatiye standin, ku rê dide girtina malperên ku tê dîtin ku ewlekariya giştî yan jî nîzama giştî tehdîd dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seroka berê ya Konseya Ewlekariya Hundirîn Giora Eiland diyar kir ku di şerê Xezzeyê de rejîma îşxalker têk çûye û peymana agirbestê nikare pêşiya pêşketina HAMASê bigire.
Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl di merasîma xelatdayînê ya li paytexta Urdunê Ammanê de diyar kir ku ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ew ê ji bo alîkariyên tenduristiyê saziyek bidin destpêkirin.
Karwana Hêvîyê ku ev bû mehekîye li Burundîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi tevî beşdarbûna Sefîrê Burundî yê Tirkîyeyê Alp Işikli ve ji bi sedan mirovan re şîva germ belav kir.