Hêzên îşxalker li Şerîaya Rojava 40 Filistînî esîr girtin
Sîyonîstên îşxalker di serdegirtinên li deverên cûrbecûr ên Şerîeya Rojava û Qudsê de nêzîkî 40 Filistînî, ku di nav wan de jin, esîrên serbestberdayî û karkerên ji Xezzeyê jî hene, girtin.
Sîyonîstan îro sibê li gelek bajarên Şerîaya Rojava û Qudsê yên îşxalkirî êrîşên hevdem pêk anîn.
Hêzên îşxalkeran li Cenîn, Tubas, Tulkerem, Qelqelya, Beytlehm, El Xelîl û Qudsa îşxalkirî bi ser malan de girtin, nêzîkî 40 Filistînî, di nav wan de jin, esîrên Filistînî yên serbestberdayî û karkerên ji Şerîda Xezzeyê jî hebûn, desteser kirin.
Li gorî agahiyan, li Qelqîlyayê, hêzên îşxalker avêtin ser kulûbeyeke çandiniyê, 15 karkerên ji Şerîda Xezzeyê lêdan û desteserkirin.
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî diyar kir ku desteserkirinên ku her roj ji hêla hêzên îşxalker ve li seranserê Şerîaya Rojava pêk tên, beşek ji sîyaseta wan a tepeserkirinê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de esîrên Filistînî yên serbestberdayî, jin û ciwan hatine hedefgirtin, lêgerîn û wêrankirina malan, êrîşên li ser sivîlan û desteserkirina karkerên ji Şerîda Xezzeyê jî hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê îşxalkeran, Îtamar Ben-Gvir, planeke kolandina xendekan li dora Girtîgeha Ketziotê, ku esîrên Filistînî lê ne, xistiye meriyetê û ew ê bi tîmsahan were dagirtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îbranî de, kolandina xendekan li beşek ji girtîgehê dest pê kiriye û ji bo projeyê budçeyek ji 21 milyon şekel hatiye veqetandin.
Ekîbên Parastina Sivîl li Xezzeyê cenazeyên 47 şehîdan ji nav xirbeyên xaniyê malbata el-Hesayine li taxa Sabra ya bajarê Xezzeyê derxistin. Xebatên lêgerînê ji bo 36 şehîdên ku tê bawerkirin hêna jî di bin xirbeyan de ne berdewam dikin.
Sîyonîstan li Beytlehmê li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî pênc malên Filistînîyan hilweşandin. Li heman herêmê, sîyonîstek bi wesayîta xwe li du mihên şivanekî da û ew kuşt.