Îşxalkeran 5 malên Filistîniyan hilweşandin
Sîyonîstan li Beytlehmê li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî pênc malên Filistînîyan hilweşandin. Li heman herêmê, sîyonîstek bi wesayîta xwe li du mihên şivanekî da û ew kuşt.
Îro danê sibê, hêzên îşxalker bi alîkariya makîneyên giran êrîşî bajarokên Nahalîn li rojavayê Beytlehmê û Zatara li rojhilatê Beytlehmê kirin.
Li bajarokê Nahalin çar xanî bi buldozeran hatin hilweşandin û Filistîniyên ku hewl dan pêşî li hilweşandinê bigirin, bi bombeyên deng û gaza rondikrêj êrîşî wan kirin. Gelek kes ji gazê tesîrdar bûn û Filistîniyekî ku lê hatibû xistin jî hate desteserkirin.
Dadgeha îşxalker vê dawiyê îtîrazek li dijî biryara hilweşandina 14 xaniyan li Nahalinê red kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê îşxalkeran, Îtamar Ben-Gvir, planeke kolandina xendekan li dora Girtîgeha Ketziotê, ku esîrên Filistînî lê ne, xistiye meriyetê û ew ê bi tîmsahan were dagirtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îbranî de, kolandina xendekan li beşek ji girtîgehê dest pê kiriye û ji bo projeyê budçeyek ji 21 milyon şekel hatiye veqetandin.
Ekîbên Parastina Sivîl li Xezzeyê cenazeyên 47 şehîdan ji nav xirbeyên xaniyê malbata el-Hesayine li taxa Sabra ya bajarê Xezzeyê derxistin. Xebatên lêgerînê ji bo 36 şehîdên ku tê bawerkirin hêna jî di bin xirbeyan de ne berdewam dikin.
Sîyonîstên îşxalker di serdegirtinên li deverên cûrbecûr ên Şerîeya Rojava û Qudsê de nêzîkî 40 Filistînî, ku di nav wan de jin, esîrên serbestberdayî û karkerên ji Xezzeyê jî hene, girtin.