Li Xezzeyê, cenazeyên 47 şehîdan, ku piraniya wan jin û zarok bûn, ji bin kavilan hatin derxistin
Ekîbên Parastina Sivîl li Xezzeyê cenazeyên 47 şehîdan ji nav xirbeyên xaniyê malbata el-Hesayine li taxa Sabra ya bajarê Xezzeyê derxistin. Xebatên lêgerînê ji bo 36 şehîdên ku tê bawerkirin hêna jî di bin xirbeyan de ne berdewam dikin.
Rêveberiya Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku term û paşmayên 47 şehîdan ji bin xirbeyên xaniyekî malbata el-Hesayîne li taxa Sebra ya li başûrê bajarê Xezzeyê hatin derxistin.
Albay Muhammed Ebû Dan, berpirsê Parastina Sivîl ê ku ji operasyonên derxistina cenazeyên şehîdan berpirsyar e, diyar kir ku ekîban ji nav xirbeyên xaniyekî gihîştine cenaze û paşmayên 47 şehîdan.
Ebû Dan diyar kir ku xebatên lêgerînê ji bo cenazeyên 36 şehîdan ku tê bawerkirin di bin kavilan de ne berdewam dikin.
Ebû Dan diyar kir ku hewldanên lêgerînê ji ber zehmetiyên li ser erdê bi zehmetî berdewam dikin, û da zanîn ku tîm ew ê îro lêgerîna kavilên xanîyên derdorê bidomînin, ji ber ku dibe ku dijwarîya bombebaranê bibe sedema ku cenaze di bin avahiyên cîran de bimînin.
Li gorî agahiyan, ev hewl wekî beşek ji merhaleya duyemîn a bernameya rizgarkirina cenazeyên şehîdan ku ji hêla Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl a Xezzeyê ve roja Yekşemê dest pê kiriye, têne kirin. Armanca bernameyê rizgarkirina cenazeyên nêzîkî 8.500 şehîdan e ku tê bawerkirin ku di bin kavilên avahiyên wêranbûyî yên li seranserê Xezzeyê de mane.
Hat diyarkirin ku cenazeyên hatine dîtin ên Filistîniyên ku di êrîşa rejîma sîyonîst a di 23ê Mijdara 2023an de li ser taxeke niştecihbûnê ya li taxa Sabrayê de şehîd bûne, hatine nasîn. Di wê êrîşê de zêdetirî 93 Filistînî şehîd bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn û zêdetirî 55 endamên malbata El-Hesayîne bûn.
Ji ber ku makîneyên giran ên ku ji bo hilweşandin û rakirina bermahiyan hewce bûn nekarîn bikevin Xezzeyê, cenazeyên şehîdan zêdetirî du sal û nîvan di bin kavilan de man.
Ekîbên Parastina Sivîl ji ber kêmbûna alavên giran, gelek wesayîtên ku ji xizmetê derketine û bi demê re xirabûna cenazeyan di operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de rastî zehmetiyên mezin tên. Tê ragihandin ku li Walîtiya Xezzeyê operasyon tenê bi yek ekskavatorê têne kirin, ev yek jî pêvajoya gihîştina cenazeyên hezkiriyên xwe û veşartina wan ji bo bi hezaran malbatan dirêjtir dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê îşxalkeran, Îtamar Ben-Gvir, planeke kolandina xendekan li dora Girtîgeha Ketziotê, ku esîrên Filistînî lê ne, xistiye meriyetê û ew ê bi tîmsahan were dagirtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îbranî de, kolandina xendekan li beşek ji girtîgehê dest pê kiriye û ji bo projeyê budçeyek ji 21 milyon şekel hatiye veqetandin.
Sîyonîstan li Beytlehmê li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî pênc malên Filistînîyan hilweşandin. Li heman herêmê, sîyonîstek bi wesayîta xwe li du mihên şivanekî da û ew kuşt.
Sîyonîstên îşxalker di serdegirtinên li deverên cûrbecûr ên Şerîeya Rojava û Qudsê de nêzîkî 40 Filistînî, ku di nav wan de jin, esîrên serbestberdayî û karkerên ji Xezzeyê jî hene, girtin.