Plana "zindana tîmseh" a Ben-Gvir gaveke nû diavêje: Li dora Girtîgeha Ketziot xendek tên kolandin
Hat ragihandin ku Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê îşxalkeran, Îtamar Ben-Gvir, planeke kolandina xendekan li dora Girtîgeha Ketziotê, ku esîrên Filistînî lê ne, xistiye meriyetê û ew ê bi tîmsahan were dagirtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îbranî de, kolandina xendekan li beşek ji girtîgehê dest pê kiriye û ji bo projeyê budçeyek ji 21 milyon şekel hatiye veqetandin.
Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth a bi zimanê Îbranî, îro sibê li dora yek ji baskên Girtîgeha Ketziotê xebata kolandina xendekekê dest pê kir.
Li gorî agahiyan, armanc ew bû ku xendeq bi tîmsehan werin dagirtin, wekî beşek ji plana Ben-Gvir a ji bo tundkirina tedbîrên ewlehiyê.
Hat ragihandin ku plan bi budçeyek nêzîkî 21 milyon şekel tê bicîhanîn, û merhaleya yekem a bicîhanînê wekî projeyek pîlot li Girtîgeha Ketziot tê plankirin.
Ben-Gvir pêşî di dawiya sala 2025an de ev proje pêşniyar kiribû. Lêbelê, ji ber nerazîbûnên Desteya Park û Xwezayê ya sîyonîst û şêwirmendên hiqûqî, ew hate sekinandin.
Hefteya borî, Wezîra Jîngehê ya qaşo, Îdît Silman, statuya yasayî ya tîmsehên Nîlê guherand bo "ajalên kovî yên kontrolkirî", û astengiya yasayî ya li pêşiya karanîna wan di girtîgehan de ji holê rakir.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya sîyonîst de, plana bikaranîna tîmsehan li dora girtîgehê wekî tedbîrek ewlehiyê ya zêde tê pêşkêş kirin da ku pêşî li revîna esîrên Filistînî were girtin.
Rêxistinên mafên mirovan bi awayekî xerab bertek nîşan didin û projeyê wekî "nemirovane" û "ji hêla qanûnî ve gumanbar" bi nav dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên Parastina Sivîl li Xezzeyê cenazeyên 47 şehîdan ji nav xirbeyên xaniyê malbata el-Hesayine li taxa Sabra ya bajarê Xezzeyê derxistin. Xebatên lêgerînê ji bo 36 şehîdên ku tê bawerkirin hêna jî di bin xirbeyan de ne berdewam dikin.
Sîyonîstan li Beytlehmê li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî pênc malên Filistînîyan hilweşandin. Li heman herêmê, sîyonîstek bi wesayîta xwe li du mihên şivanekî da û ew kuşt.
Sîyonîstên îşxalker di serdegirtinên li deverên cûrbecûr ên Şerîeya Rojava û Qudsê de nêzîkî 40 Filistînî, ku di nav wan de jin, esîrên serbestberdayî û karkerên ji Xezzeyê jî hene, girtin.