Hîzbullah îddîayên îşxalkeran ên derbarê Girê Elî el-Tahir de red kirin
Hîzbullaha Lubnanê îddîaya rejîma îşxalker a kontrolkirina girê Elî El-Tahir li başûrê welat red kir.
Hîzbullahê îddîayên artêşa îşxalker ên ku dibêjin wan girê stratejîk ê Elî el-Tahir li derdora rojhilatê Nebatiyeyê li başûrê Lubnanê kontrol kiriye, red kirin.
Hîzbullah di daxuyaniyekê de, got ku gir ji hebûna leşkerî ya îşxalker hatiye paqijkirin, û got ku şervan bi cih bûne û herêmê kontrol dikin, û amade ne ku li hember her pêşveçûn an hewldanên ketina nav sînorên rejîma îşxalker bisekinin.
Ev daxuyanî rojek piştî îddîaya artêşa îşxalker ku piştî çend hefteyan êrîşan "kontrola operasyonel" a gir, hem li ser erdê û hem jî li bin erdê, bi dest xistiye, hat. Daxuyaniyê îdia kir ku hêzên wê du rêyên bin erdê wêran kirine û çend endamên Hizbullahê kuştine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Rivers a Nîjeryayê ku dewlemendê petrola wê ye, tê ragihandin ku 37 kes ji ber dizîna petrolê gaza jehrîn kişandine û mirine.
Ekîbên Parastina Sivîl li Şerîda Xezzeyê cenaze û paşmayên 55 şehîdan dîtin ku nêzîkî du salan li herêma Zeytûnê di bin xirbeyên avahiyê de asê mabûn. Her çend ekîb texmîn dikin ku zêdetirî 60 şehîd di heman avahiyê de mane jî, tê gotin ku li seranserê Xezzeyê nêzîkî 10.000 şehîd hêna jî di bin xirbeyên avahiyê de ne.
Polêsên sîyonîst li nêzê Derîyê Şamê yê Mizgefta Eqsayê gule li ser Filistînîyan reşandin û di encamê de Filistînîyekî şehîd bû.