Polêsên îşxalker li Qudsê Filistîniyekî qetil kirin
Polêsên sîyonîst li nêzê Derîyê Şamê yê Mizgefta Eqsayê gule li ser Filistînîyan reşandin û di encamê de Filistînîyekî şehîd bû.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, polêsên îşxalker ên sîyonîst di saetên sibehê de li nêzî Derîyê Şamê gule li Filistîniyekî reşandine.
Zilamê Filistînî ku bi giranî birîndar bûbû li cihê bûyerê şehîd ket. Nasnameya şehîd hêna jî nehatiye diyarkirin.
Lê belê, polêsên îşxalker îddîa kirin ku zilamê Filistînî hewl da ku bi kêrê êrîşî yek ji polêsan bike. Ev îddîa bi awayekî serbixwe nehatiye piştrast kirin.
Piştî êrîşê, hêzên îşxalker li Derîyê Şamê û li Bajarê Kevin ê Qudsê tedbîrên ewlehîyê yên berfireh girtin û deverê bi kordonek leşkerî dorpêç kirin.
Ji ber qedexeyên ku ji teref îşxalkeran ve hatine danîn, Filistînî jî ji bona ku nimêja sibê bikin nekarîn bigihîjin Mescîda Eqsayê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hîzbullaha Lubnanê îddîaya rejîma îşxalker a kontrolkirina girê Elî El-Tahir li başûrê welat red kir.
Li wîlayeta Rivers a Nîjeryayê ku dewlemendê petrola wê ye, tê ragihandin ku 37 kes ji ber dizîna petrolê gaza jehrîn kişandine û mirine.
Ekîbên Parastina Sivîl li Şerîda Xezzeyê cenaze û paşmayên 55 şehîdan dîtin ku nêzîkî du salan li herêma Zeytûnê di bin xirbeyên avahiyê de asê mabûn. Her çend ekîb texmîn dikin ku zêdetirî 60 şehîd di heman avahiyê de mane jî, tê gotin ku li seranserê Xezzeyê nêzîkî 10.000 şehîd hêna jî di bin xirbeyên avahiyê de ne.