Li Nîjeryayê 37 kes ji ber nefesgirtina gaza jehrîn mirin
Li wîlayeta Rivers a Nîjeryayê ku dewlemendê petrola wê ye, tê ragihandin ku 37 kes ji ber dizîna petrolê gaza jehrîn kişandine û mirine.
Li gorî raporên medyaya neteweyî, bûyer li Okari Pier li Herêma Hikûmeta Herêmî ya Okrika ya Dewleta Rivers qewimî.
Hat ragihandin ku dema ku gelek kes bi boriyeke petrolê ve girêdayî bûn, gazeke jehrîn qewimiye û ew kes jehrî bûne.
Tê ragihandin ku di bûyerê de herî kêm 37 kes mirine, û hinek kesên ku bêhiş bûne jî ketine çem û winda bûne.
Li gorî agahiyan, hinek ji wan kesên ku ji jehrîbûnê rizgar bûne ji ber zehmetiyên nefesê rakirine nexweşxaneyê.
Berdevkê Polêsê Wîlayeta Rivers, Agabe Blessing Karbalo, diyar kir ku kesên mirî û yên jehrîbûyî di hewldana dizîna sotemeniyê de cih girtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hîzbullaha Lubnanê îddîaya rejîma îşxalker a kontrolkirina girê Elî El-Tahir li başûrê welat red kir.
Ekîbên Parastina Sivîl li Şerîda Xezzeyê cenaze û paşmayên 55 şehîdan dîtin ku nêzîkî du salan li herêma Zeytûnê di bin xirbeyên avahiyê de asê mabûn. Her çend ekîb texmîn dikin ku zêdetirî 60 şehîd di heman avahiyê de mane jî, tê gotin ku li seranserê Xezzeyê nêzîkî 10.000 şehîd hêna jî di bin xirbeyên avahiyê de ne.
Polêsên sîyonîst li nêzê Derîyê Şamê yê Mizgefta Eqsayê gule li ser Filistînîyan reşandin û di encamê de Filistînîyekî şehîd bû.