Ji ber êrîşên dronan, seferên hewayî yên li Moskowê hatin sekinandin
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin got ku ji şeva Çarşemê heta sibeha Pêncşemê êrîşeke mezin a dronan pêk hatiye û 32 dronan hatine xistin.
Li gorî medyaya herêmî, hemû balafirgehên Moskowê seferên hatin û çûnê rawestandine. Bi dehan seferên balafirgehê ber bi balafirgehên alternatîf ve hatine veguhastin, barê sereke jî ketiye ser Balafirgeha Pulkovo ya li St. Petersburgê.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, şeva borî 287 ÎHAyênUkraynayê hatine îmhekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.