Ji ber şewba Ebolayê li Kongoyê zêdetirî 5.000 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirine ji 5 hezarî derbas bûye, her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 10 hezarî derbas bûye.
Li gorî daneyên hikûmetê yên Komara Demokratîk a Kongoyê, ji dema ku di meha Gulanê de şewb hate ragihandin, hejmara mirovên ku bi vîrusê ketine ji 10.000î derbas bûye.
Li gorî daneyên herî dawî, hejmara mirovên ji ber Ebolayê canê xwe ji dest dane ji 5 hezarî derbas bûye.
Ev belavbûn ji ber cureyekî nadir ê vîrusa Bundibugyo çêdibe. Li dijî vê cureyê dermankirin an vakslêdanek pejirandî tune ye.
Teşhîsa dereng, nakokî û zextên li ser xizmetên tenduristiyê wekî faktorên ku dibin sedema belavbûna bileztir a pandemiyê li gorî serdemên berê têne destnîşan kirin.
Vîrus heta niha li 8 ji 26 bajarên Komara Demokratîk a Kongoyê belav bûye.
Nîjerya bûye çaremîn welatê Efrîqî ku bûyerên Ebolayê ragihandiye, û ev nexweşî gihandiye Rojavayê Efrîqayê. Her wiha li welatên rojhilatê Efrîqayê Kenya û Uganda jî bûyer hatine qeydkirin.
Şewba îsal di dîroka Ebolayê de duyemîn şewba herî mezin e. Ya yekem şewba salên 2014-2016an li Gîne, Lîberya û Sierra Leone ye ku zêdetirî 28.600 kes nexweş ketin û zêdetirî 11.000 kes mirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker hebûna xwe ya leşkerî li deverên niştecihbûnê yên El Xelîlê zêde dikin. Êrîşên li ser bajêr di roja nehan de li pey hev berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, rêveberiya Emrîkayê plan dike ku zêdetirî 150 koçberên Efxenî yên li welat bi rêya Pakistanê vegerîne Efxenistanê. Di nav kesên ku tê texmînkirin werin dersînorkirin de xizmên kesên ku piştî ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di sala 2021an de desthilatdarî girt destê xwe ji welat reviyane û li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine hene.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.