Teqînek li Atînayê bû sedema hilweşîna beşek ji avahiyekê: 3 birîndar
Teqîneke bihêz li navenda Atînayê bû sedema hilweşîna beşek ji avahiyeke du qatî û di encamê de sê kes birîndar bûn.
Teqîn danê sibê li avahiyek du qatî li Kolana Lysicratous a navçeya dîrokî ya Plaka ya Atînayê, li hember Perestgeha Zeus, qewimî.
Televîzyona dewleta Yewnanî ERT ragihand ku ekîbên bersivdayîna acîl gotine ku rêwîyek bi sivikî birîndar bûye, û jinek bi ewlehî ji nav xirbeyên avahiyê hatiye rizgarkirin, di heman demê de yek din ji avahiyek li kêleka wê ku ew jî bi giranî zirar dîtiye hatiye derxistin. Her du jinan jî birînên wan ne metirsîdar bûn.
Sedema teqînê hêna jî di bin lêkolînê de ye. Li gorî ERTê, encamên destpêkê nîşan didin ku dibe ku gaza xwezayî rijiyabe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker hebûna xwe ya leşkerî li deverên niştecihbûnê yên El Xelîlê zêde dikin. Êrîşên li ser bajêr di roja nehan de li pey hev berdewam dikin.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirine ji 5 hezarî derbas bûye, her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 10 hezarî derbas bûye.
Li gorî agahiyan, rêveberiya Emrîkayê plan dike ku zêdetirî 150 koçberên Efxenî yên li welat bi rêya Pakistanê vegerîne Efxenistanê. Di nav kesên ku tê texmînkirin werin dersînorkirin de xizmên kesên ku piştî ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di sala 2021an de desthilatdarî girt destê xwe ji welat reviyane û li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine hene.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.