Encamnameya 11emîn Hevdîtina Aliman hat parvekirin
Di roja dawî ya 11emîn Hevdîtina Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hatî organîzekirin, daxuyaniyek encamnameyê ya 14 maddeyî hat parvekirin.
Di daxuyaniyê de mijarên sereke yên wekî hişmendiya tewhîdê, exlaqa nerazîbûnê, hevkariya di navbera medrese, weqf û STKyan de, rêberiya dîjîtal, hişmendiya ciwanan û ummetê û seferberiya gerdûnî ji bo rizgarkirina Quds û herêmên bindest hatin destnîşankirin.
Metna tevahî ya encamnameyê wiha ye:
“ENCAMNAMEYA 11EMÎN A HEVDÎTINA ALIMAN
Li hember meydanxwendina esrê bi beşdarbûna alim û dawetvanên bijarte yên ku xwedî ilm, hîkmet û şiûra mesulîyetê ne bi şîara "Di Da'wetê de Rêbaz û Lêgerînên Nû" 11emîn Hevdîtina Aliman hatîye lidarxistin. Di netîceya mulahaza û teblîxên ku hatine pêşkêşkirin de qerar hatîye dayîn ku hisûsên ku li jêrê hatine nivîsîn bi raya giştî re werin parvekirin.
1- Mubtelabûna Dîjîtal: Ev dibe sedema windakirina otokontrola şexsî, îhmalkirina mesûlîyetên rojane û dînî û her wisa di warê fîzîkî, ruhî û civakî de dibe sedemên zirarên xerabkar. Micadeleya bi mubtelabûnê re tenê bi qedexekirinê ne mimkin e; bi qewetkirina ragihandina navmalbatî ya bi alîkarîya rêbertiya dê û bavên ku bi pisporan tên piştgirîkirin û guherandina hînbûyînên bi zirar a bi fealîyetên bi feyde mimkin e.
2- Hiqûqa Îslamê di bikaranîna teknolojîyê de îlkeyên parastina wext, tenduristî, îsrafnekirin û îxlalnekirina mesûlîyetên malbatî esas digire. Li gor hiqûqa Îslamê teknolojî di çarçoveya hevkêş û esasên şer’î de dikare bê bikaranîn.
3- Mîrasa hevpar a Pêxemberan, neqilkirina bi saxlem a bawerîya tewhîdê ya ji bo nifşan e. Di roja me de jî tevlîbûna li nav cîhana nifşên nû û perwerdekirina nesleke dawetvan a bi peyamana tewhîdê encax bi rêbertîya ulemayê mimkin e.
4- Teblîxkirina Îslama ku bi şiklê hatîye şandin bi gotineke din ji îfrat û tefrîtê dûr e; micadelekirina bi fikrên zêdeçûyîn ên ku hizûr, ewlehîya civakê û hiqûqa biratîyê tehdîd dikin û micadelekirina bi teror û hemû fikrên jirêderketî re zarûrî ye.
5- Ji bona ku cudahîyên fikrî nebin neyartîya şexsî û nebin sedema parçebûnîyê divê li exlaqa îxtîlafê ya ku pişta xwe dide husnî zan û dîyalokeke binezaket rîayet bê kirin, divê di hemû şert û mercan de hiqûqa biratîyê ya ummetê were parastin.
6- Ji bona ku di navbera ferdên ummetê de pirên ewlehî û muhebbetê ji nû ve werin lêkirin divê meseleyên talî û yên ne esas werin terkkirin. Divê ulema bi îlkeya “Yên ku bi dostên xwe re mijûl dibin, nikarin bi dijminên xwe re herbê bikin” îxtîlafên di nav xwe de bidin alîyekî, di meseleyên jiyanî yên hevpar de hevkarîyê bikin û dîyalogê bidomînin.
7- Divê medreseyên me yên ku bi tecribeyên dema borî tên xwedîkirin; divê şexsîyetên mutefekkîr, arif û alimên ku ilm û amelê, teorî û pratîkê tînin ba hev û ji însanên me yên îro re karibin rêbertîyê bikin, perwerde bikin.
8- Divê di karên dawet û îrşadê de basîret, hîkmet, merhamet û zimanekî hêsan were esasgirtin. Divê medrese ji civakê dûr nebe, bi pirsgirêkên ciwan, malbat û dikandaran re yeko yeko eleqedar bibe û ji bo lêgerînên zihnî û manewî çareserîyên sehîh pêşkêş bike.
9- Di vê esra ku têkîlî ne zelal û xurt in de, lazim e medrese; bi weqf, sazîyên civaka sîvîl û akademîyê re di nav hevkarîyê de fealîyetên îrşadê bidomînin. Divê îmkanên ku rêyên dîjîtalî pêşkêş kirine bi şikleke baş were bikaranîn û fealîyetên îrşadê jî bi naverokên ewle, kontrolkirî û orîjînal ên dîjîtalê werin meşandin.
10- Mewlana Xalidê Şehrezorî, ilm û tesewwûfê anîye cem hev û qadroyên aliman ên ku di medreseyan de hatine perwerdekirin kirîye pêşîvanên gel, wî ji bo me mînakeke xweş û saxlem derxistîye holê.
11- Divê di fealîyetên dawet û îrşadê de “îstîqamet” were esasgirtin. Ulema jî wekî ku di kevneşopîya Xalîdîyan de heye, sekina xwe ya bimesafe û xweser a li hember mirovên di nav dewletê de biparêze û divê wezîfeya îrşada mirovan jî bi şiûra mesûlîyetî bigire li ser xwe.
12- Îhyaya şiûra ummetê ya di nav ciwanîyê de, li gorî prensîba “ferd ji civaka xwe re bibe hêvî” tevdigere. Divê ciwanîya Misilman bi dilşewatî û mubtelabûnê neyê yadkirin; divê ew bibe şexsîyetekî bi sazî ya ku li hember bêedaletî, tinebûnî û newekhevîyê çareyan dibîne.
13- Di nava ciwanên ku serdema teknolojîyê de mezin dibin de, vejandin û îhyakirina hişmendiya ummetê, bêyî berçavgirtina qadên nû yên hêzê wek binesaziya daneyan, hişê çêkirî, medyaya dîjîtal û ewlehiya sîber nayê fikirîn. Pêwîst e ciwan wekî nifşekî jêhatî bên perwerdekirin; nifşekî ku ne tenê bikaribe pirsgirêkan bibîne, lê her wiha bikaribe zanîn û stratejiyê jî bike xwediyê çarçoveyeke sazûmanî.
14- Azadîya Quds û erdnigarîyên mezlum bi wehdeta Misilmanan ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de divê ulema îxtîlafên nav xwe bide alîyekî û xeyrîmuslîman dawetî heqîqetên îmanê, Misilmanan jî dawetî teqwa û wehdetê bike, ew divê seferbertîyeke dawetê ya kûrewî ya bi du alî bide destpêkirin.
Dawîya doz û da’wa me hemdkirina ji Xwedê re ye.
Sazîya Tertîpkirina Yazdemîn A Hevdîtina Aliman” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dîroknas û nivîskar Mehmet Emîn Ozmen di rûniştina dawî ya 11emîn Hevdîtina Aliman de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve li Dîyarbekirê hate lidarxistin, bi mînaka Mewlana Xalid Şehrezorî profîla xutbeyekî guncaw ji bo pêdiviyên serdemê rave kir û got, "Îro, divê kadroyên jêhatî di medreseyan de berdewam perwerde bibin; û di warê rêberiya xelkê asayî de, divê derfetên dîjîtal wekî rêyek werin hesibandin."
Doç. Prof. Dr. Îbrahîm Mela Ahmed es-Sengserî di 11emîn Hevdîtina Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, axivî û gavên ku dikarin werin avêtin ji bo veguhestina rihê daweta bo nifşên ciwan ên îro rêz kirin û peyamên girîng parve kirin.
Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, pêşengên raya giştî, muxtarên gundan, esnaf û xelkê herêmê re civiya û li pirsgirêk û daxwazên navçeyê guhdarî kir.