HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
HAMASê der barê agirbesta ku îro ket meriyetê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin.
“Em silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê Xezzeyê yê hêja ku sembola qehremanî û berxwedanê ne, dikin. Em peymana xwe ya bi wan re careke din nû dikin: Heta ku ax û nirxên me yên pîroz bi temamî rizgar bibin, em ê berpirsyariya xwe ya parastina mafên wan bidomînin.
Divê îro hemû cîhan bi hurmeteke mezin serî li ber berxwedana efsanewî, sebir û fedakariya gelê Xezzeyê ya 471 rojî bide.
Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.
Girtiyên me yên qehreman wê ji îro û pê ve dest bi hevdîtinên azadiyê bikin. Ev soza ku em ê her tim ji bo wan pêk bînin ev e; Heta roj bê ku ew ê zincîrên zindanan bişkînin û li esmanê Filistînê bi azadî bijîn.
Em hatina malzemeyên alîkariyê ji bo gelê xwe û bicihanîna pêdiviyên wan ji nêz ve dişopînin. Em bi biryar in ku hemî hewildanan bikin da ku hemî piştgirî û alîkariya ku ji bo jiyan li Şerîda Xezzeyê normal bibe peyda bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.