Ji HAMASê li ser daxuyaniyên kustax ên Trump re bersiv hat dayîn
![Ji HAMASê li ser daxuyaniyên kustax ên Trump re bersiv hat dayîn Ji HAMASê li ser daxuyaniyên kustax ên Trump re bersiv hat dayîn](/img/NewsGallery/2025/2/11/442068/FeaturedImage/887e186f-92e8-4ee6-b27d-ce4b5e7d9948.webp)
Ji lîderên Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Samî Ebû Zuhrî jî bersiva quretiya Trump a der barê teslîmkirina hemû êsîran da û got, "Tu qîmeta zimanê tehdîdê nîne".
Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku divê HAMAS heta 15ê Sibatê roja Şemiyê danê nîvro hemû girtiyên li Xezzeyê serbest berde.
HAMASê bersiv da tehdîdên Trump. Yek ji rêveberên HAMASê Samî Ebû Zuhrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê rêz li agirbesta di navbera HAMASê û rejîma îşxalker were dayîn û got, "Trump ji bîr neke ku peymanek heye ku divê her du alî rêzê lê bigirin û ev yek rêya vegerandina girtiyan e Tu qîmeta zimanê tehdîdê nîne û pirsgirêkan aloz dike."
HAMASê diyar kir ku îşxalkeran xala 4an a peymana agirbestê ya ku di 19ê Çile de ket rewacê binpê kirine û îşxalkerî sozên xwe yên di peymana agirbestê de bi cih neanîne û ragihand ku dewra 6emîn a pevguhertina êsîrên a ku dihat plankirin dawiya vê hefteyê pêk bihata sekinandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwepêşanderên li Tel Avîva îşxalkirî kom bûn û kolana Ayalon li trafîkê girtin, daxwaza berdewamkirina peymana pevguhertina êsîran kirin.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 219 kesan û 111 hezar û 665 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker ên ku êrîşî bajarê El Xelîlê yê Şerîeya Rojava kirin, 10 malên Filistîniyan bi maşînên giran hilweşandin.