Ji rêveberên HAMASê Dr. Xalid Ebû Neda li Xezzeyê şehîd bû
Di êrişên rejîma sîyonîst ên ku ber destê sibehê li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de, Şêwirmendê Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê û yek ji rêveberên HAMASê Dr. Xalid Ebû Neda û pîreka wî jî di nav de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Li rojavayê bajarê Dêr el-Belahê yê li navenda Şerîda Xezzeyê, di êrişa li ser apartmanekê de Dr. Xalid Ebû Neda û hevjîna wî şehîd bûn û hin kesên li derdorê jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a Şatiyê 3 Filistînî şehîd bûn
Li Kampa Penaberan a Şatiyê ya li rojavayê bajarê Xezzeyê, balafireke bêmirov a rejîma sîyonîst komeke Filistîniyan kir hedef. Di êrişê de Yasir el-Lehham, Îyad Ahmed û Îbrahîm el-Mîşal şehîd bûn û hinek kes jî birîndar bûn.
Êrişên li Xezze û Xan Yûnisê domiyan
Hat ragihandin ku tankên rejîma sîyonîst bi şev û ber destê sibehê gulebaraneke dijwar li rojhilatê bajarê Xezzeyê kirine û bombeyên deng û fîşekên ronahîyê bi kar anîne. Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezzeyê jî ji wesayîtên leşkerî yên rejîma sîyonîst gule li konên koçberên Filistînî hatin reşandin û hinek gule gihiştin konên li derdora Goristana Nemsewî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di hevdîtina bi balyozên welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê re diyar kir ku biryarên Dadgeha Federal a Iraqê berpirsiyariya hikûmeta federal a kontrolkirina sînorên navneteweyî û birêvebirina çavkaniyên petrolê piştrast kirine û got: "Kurd parçeyeke ku nayê veqetandn ê gelê Iraqê ne û em biryardar in ku mafên wan garantî bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî bal kişand ser wê yekê ku armanca wezîrê şer ê rejîma îşxalker Yisrael Katz a ku îddîa dike Tehran hewl dide çekên kîmyewî hilberîne, afirandina hincetekê ji bo şerekî nû ye.