Wezareta Karên Hindir yê Xezzeyê, diyar kir ku ji roja ewil a agirbest 552 tirên alîkarîyê ketin nav Xezzeyê.
Wezareta Karên Hindir yê Xezzeyê, weha daxuyand, “Ji serê sibeha roja Yekşemê ve 552 tirên alîkarîyê ji sînor ketin nav Xezzeyê. Ji van tiran 242 hebên wan çûn bakurê Xezzeyê.”
Hat destnîşankirin ku di nav tirên alîkarîyê de sotemenî, amûrên tenduristîyê û zexîre hebûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin divê ji bo lazimatîyên Xezzeyê bên temînkirin ew ê ji herêmê re zêdetir tir bêne gihandin.
Ji merhaleya ewil a agirbestê de, rojê ew ê 600 tir bikevin Xezzeyê, 7 roj paşê ji dest pê ka peymanê jî tê texmînkirin ew ê Derîyê Sînora Refahê bê vekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.
Li bajara Beytullahîmê êsîrekî bi navê Muhammed Cebîr di zindanên îşxalê de şehîd bû.
Di dema merhaleya ewil a peymana pevguhertina êsîran a li Xezzeyê de sê pîrekên sîyonîst hatin serbestberdan, Tûgayên Qessam dîmenên taybet ên aîdê dema teslîmkirinê parve kir, Qessam dîsa ji dijmin re dersa însanîyetê da.
Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê zarokekî Filistînî şehîd kirin, du zarokan jî birîndar kirin.