Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê zarokekî Filistînî şehîd kirin, du zarokan jî birîndar kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Zarokekî Filistînî ya bi navê Reşît Rûştû Cezerê 14 salî, li bajaroka Sebastîya ku girêdayê Nablusê ye, di encama guleyên îşxalkeran de şehîd bûye.”
Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hat belavkirin de jî hat ragihandin ku li bajaroka Îznaya El Xelîlê du Filistînîyên 11 salî û 17 salî jî di encama gulereşandinê de hatin birîndarkirin.
Hat îfadekirin ku çeteyên sîyonîstên îşxalker jî li bajaroka Sîncîla Ramallahê êrîşan pêk anîtin û li vê derê herî kêm 4 wesayîtên aîdê Filistînîyan şewitandin, gelek xanîyan jî dan ber keviran. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Beytullahîmê êsîrekî bi navê Muhammed Cebîr di zindanên îşxalê de şehîd bû.
Di dema merhaleya ewil a peymana pevguhertina êsîran a li Xezzeyê de sê pîrekên sîyonîst hatin serbestberdan, Tûgayên Qessam dîmenên taybet ên aîdê dema teslîmkirinê parve kir, Qessam dîsa ji dijmin re dersa însanîyetê da.
Wezareta Karên Hindir yê Xezzeyê, diyar kir ku ji roja ewil a agirbest 552 tirên alîkarîyê ketin nav Xezzeyê.