Ji Trump tehdîda kustex: Bila qiyamet rabe
![Ji Trump tehdîda kustex: Bila qiyamet rabe Ji Trump tehdîda kustex: Bila qiyamet rabe](/img/NewsGallery/2025/2/11/442016/FeaturedImage/4dd65517-4164-4527-99a1-c9c3e116fa0d.webp)
Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku ger "roja şemiyê saet 12an de hemû girtiyên li Xezzeyê neyên berdan" divê agirbest were betalkirin û got, "Dûre bila qiyamet rabe."
Serokê Emerîkayê Donald Trump, HAMASê ku ragihand pevguhertina êsîran sekinandiye tehdît kir.
Trump di axaftina xwe ya li Ofîsa Oval de tehdîd kir ku ger girtiyên îşxalker neyên berdan wê hemû cîhan bikeve ser HAMASê.
Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku ger HAMAS hemû girtiyan azad neke divê rejîma siyonîst agirbestê betal bike.
Trump got, “Em dixwazin ku ew hemî vegerin. Ez ji bo xwe dibêjim. îsraîl dikare vê yekê cuda bike, ez li ser navê xwe dibêjim, eger ew neyên, heta saet 12.00ê roja şemiyê ne li vir bin, dûre bila qiyamet rabe." Diyar kir ku di vê mijarê de wê rejîma îşxalker biryarê bide.
Berdevkê baskê leşkerî yê HAMASê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qessamê Ebû Ubeyde ragihand ku pevguhertina girtiyan ku dihat payîn di 15ê Sibatê de were kirin, bi hinceta ku îşxalker vegera li Xezzeyê dereng dixin, bombebarankirina hin cihan didomînin û destûr nadin alîkariyên mirovî, hatiye sekinandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji lîderên Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Samî Ebû Zuhrî jî bersiva quretiya Trump a der barê teslîmkirina hemû êsîran da û got, "Tu qîmeta zimanê tehdîdê nîne".
Xwepêşanderên li Tel Avîva îşxalkirî kom bûn û kolana Ayalon li trafîkê girtin, daxwaza berdewamkirina peymana pevguhertina êsîran kirin.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 219 kesan û 111 hezar û 665 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker ên ku êrîşî bajarê El Xelîlê yê Şerîeya Rojava kirin, 10 malên Filistîniyan bi maşînên giran hilweşandin.