Di roja çaremîn a agirbestê de ji Xezzeyê re 808 tirên alîkarîya însanî ketinê.
Piştî agirbesta ku di 19ê Çileyê de ket rewacê tirên alîkarîyên însanî jî ketin nav Xezzeyê.
Ji teref Ofîsa Koordînasyona Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ve hat daxuyandin ku di 22yê Çileyê de 808 tirên alîkarîya însanî ketine nav Xezzeyê.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin alîkarîyên ku hatine şandin ji sitargehên rewşa acîl û navendên belavkirinê re hatine şandin.
Hat îfadekirin ku arvan û zexîre hatine belavkirin, ji bona ku firin ji nû ve vebibin xebat didomînin.
Xeyn ji vêya ji roja ewil a agirbestê di 19ê Çileyê de ji herêmê re 630, di roja duyemîn de 915, di roja sêyemîn de jî 897 tirên alîkarîya însanî ketine nav Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl di merasîma xelatdayînê ya li paytexta Urdunê Ammanê de diyar kir ku ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ew ê ji bo alîkariyên tenduristiyê saziyek bidin destpêkirin.
Karwana Hêvîyê ku ev bû mehekîye li Burundîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi tevî beşdarbûna Sefîrê Burundî yê Tirkîyeyê Alp Işikli ve ji bi sedan mirovan re şîva germ belav kir.
Artêşa îşxalê başûrê Xezzeyê hedef girt, di encamê de 2 kes şehîd bûn.