Di dema merhaleya ewil a peymana pevguhertina êsîran a li Xezzeyê de sê pîrekên sîyonîst hatin serbestberdan, Tûgayên Qessam dîmenên taybet ên aîdê dema teslîmkirinê parve kir, Qessam dîsa ji dijmin re dersa însanîyetê da.
Tûgayên El Qessam ên baskê leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, derheqê teslîmkirina êsîrên sîyonîst de dîmenên taybet parve kir.
Di dîmenê de tê dîtin ku pîrekên êsîr rehet û gelek kêfxweş in, berîya ku werin teslîmkirin jî ji wan re dîyarî hatin dayîn.
Di vî warî de Kanal 12 ya sîyonîstan, diyar kir ku HAMASê ji hersê pîrekên êsîr re jî zerfekî ku di nav de xerîteya Xezzeyê û fotoxrafên dema ku êsîr bûn teslîm kirîye.
Qessam di dîmenan de, tevgerên di kolanan de ên şervanan û wesayîtên leşkerî, teslîmkirina êsîran û siloganên Filistînîyên ku destekê didin berxwedanê dan nîşandan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 35 kesan û 111 hezar û 911 kes jî birîndar bûn.
Hêzên berxwedanê, doh di seatên êvarê de li bajaroka Tammuna başûrê Tubasê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserekî sîyonîst kuştin û 3 kesan jî birîndar kirin.
Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.
Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.