Kampên çadiran li Xezzeyê di bin avê de man
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.
Şerîda Xezzeyê ket bin tesîra sîstemeke zexta nizm a kûr. Baranên giran, hewaya sar û bayên bihêz rewşa malbatên bêwar ên ku di kampên çadiran de dijîn hêj xirabtir kirin. Gelek çadirên li herêmê ji ber ku ava baranê diherikî hundir bêkêr bûn.
Rêveberiya Meteorolojiyê ya Filistînê ragihand ku germahî kêmbûnek berbiçav çêbûye û baran li seranserê herêmê berdewam dike. Li hinek deveran teyrok û bahoz jî hatin qeydkirin.
Sivîlên bêwar ên li derdora Xan Yûnisê li başûr dijîn ragihandin ku baran di nav çend deqeyan de ji deverên qels derbasî konan bûye, û zarok û kal û pîr bi sermayê re têkoşîn kirine. Gelek malbat dema ku lehiyê ew dorpêç kirin ji bo rizgarkirina betanî, nivîn û pêdiviyên xwarinê zehmetiyan kişandin.
Ekîbên Parastina Sivîl ên Xezzeyê ragihandin ku tenê di saetên sibehê de 14 kon di bin avê de mane û sivîlên li herêmê ji bo cihên ewletir hatine veguhastin. Ekîban tekez kirin ku ji ber şert û mercên hewayê yên xirab ên berdewam talûkeyên li ser erdê zêde dibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.