Komên Berxwedanê yên Filistînê: Xwîna Ebû Şebab û çeteyên wî, ji teref hemû koman ve helal tê dîtin!

Odeya Hevpar ê Komên Berxwedanê yê Filistînê, Yasîr Ebû Şebabê ku li Xezzeyê şebekeya îxanetê ye wek “xaînekî kirêkirî” nirxand û diyar kir ku hem ew hem jî yên ku di sefên wî de ne “xwîna wan helal in”.
Odeya Hevpar ê Komên Berxwedanê yê Filistînê di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de sekin û nerîna xwe ya derheqê Yasîr Ebû Şebab û çeteyên wî de daxuyand.
Daxuyanî bi ayeta “Bê guman Xwedê xaînan hez nake” dest pê kir û weha hat gotin:
“Di van rojên ku gelê me di bin destê dijminê zalim de dûçarê qirkirinekî faşîst-sîyonîst û birçîhiştinê de ye, komekî xaîn û jirêderketî, ji wesayîtbûna îşxalkeran paşve namîne. Hebûna hêzên îşxalkeran wek firsedekî dibîne, çekên wan digre xwe, û di bin parastin û nerîna wan de tevdigere.
Encax, Xwedê vê çeteyê, bi navê xaînê serê wan ‘Yaser Ebû Şebbab’ ku maskeya wî daxistîye xwarê îfşa kirîye. Bi zelalî hatîye qebûlkirin ku ev çete, ji teref sazîya sîyonîst ve hatîye damezrandin û ji teref serokatîya sîyasî ya rejima îşxalker ve tê çekdarkirin û îdarekirin. Armanca wan ew e ku, tiştên ku artêşa îşxalkeran di nav 20 mehan de nikaribûne bikarbînin, pêk bînin.
‘Ji teref hemû komên me yên berxwedanê ve xwîna wan helal hatîye dîtin û ji teref gel ve jî hatine cudakirin’
Di vê çarçoveyê de, em wek Odeya Hevpar a Komên Berxwedanê ya Filistînê di van xisûsan de balan dikşînin:
Yekemîn: Yaser Ebû Şebbab û çeteyên wî yên ku bi peretî hatine standin, komekî ku ji sefên welatên me hatine veqetandin e. Nasnameya wan a Filistînê bi temamî hatîye jêbirin. Li cem hemû komên me yên berxwedanê xwîna wan helal tên dîtin, di warê gelê me de jî hatine cudakirin. Em ê di vê rê de ji wan re an jî yên ku di rêya wan de diçin re tu dem merhametê nîşan nedin, em ê ji wan re çawa ku bi xaînan û hevparan re eleqe tê kirin, em ê jî bi wê şeklê eleqe bikin.
Duyemîn: Qedera vana çoplixa dîrokê ye. Ew hem li cem Xwedê, hem li cem gel û li cem ummetê di nav rezîltîyekî de ne. Herî dawîn di wê dema ku poşmanî tu feyde wê nede de ew ê ji tankên dijmin û pîyên wan ên asalak re bizeliqin, lê ew ê îşxalkeran jî wan wek solên ku peritîne li pişt xwe bihêlin. Ev tişt, di dîrokê de dawîya hemû xaînan e.
Sêyemîn: Em sekina bi şanaz ên eşîretên Filistînî û malbatên xwe yên biqîmet bi şanazîyekî mezin pêşkêşî dikin. Xeyn ji çend jirêderketîyên ku xwe ji şeytan re firotine hemû malbatên me yên biqedr û qîmet sekinekî rast û biesil nîşan dane. Em jî ji wan re, di çarçoveya rûmet û hûrmetê de nêz didin: ‘Tu ginehkarekî, nikare ginehê yekê/î dinê bigre ser milên xwe’ (Sûreya En’mê, 164)
‘Haya me ji êş û giranîya ku gelê me dijî heye; Em jî parçeyekî vî gelî ne, di nav vê êşê de ne’
Çaremîn: Gelê me xwedî şiûrekî mezin e û ferqa hevkarên kirêkirî û yên ku ji bo gelê xwe dixebitin baş dizanin. Haya me ji êş û giranîya ku gelê me dijî heye; Em jî parçeyekî vî gelî ne, di nav vê êşê de ne. Digel vêya, gelê me îxanetê, wek ginehekî herî mezin dihesibîne û bi her şeklê wan cuda dike. Xwe dûrê xaîn û wan kesên ku nêzê xaînan diçin dixin.”
Ji Yasîr Ebû Şebab re “Banga Teslmîn Bibe”
Dadgeha Şoreşê ku aîdê Sazîya Daraza Leşkerî ya ku girêdayê Wezareta Karên Hindir ê li Xezzeyê ye, ji Yasîr Ebû Şebbabê re, ji 2yê Tîrmehê ve qasî 10 rojan qel dawbû ku bila teslîmê meqamên fermî bibe.
Dadgeh, îfade kir ku heger Şebbab teslîm nebe ew ê wek sûcdarekî ku ji edaletê direve bê hesibandin û bi xîyabî bê darazandin. Ji bilî vêya ji hemû kesan jî hat xwestin ku kî cîhê wî dizane bila agahî bide wan, heger bizanibin û cîhê wî nebêjin ew jî sûcdar bên hesibandin.
Yekîneyên ewlehîya li Xezzeyê, ji par ve heta îro Yasîr Ebû Şebbabê ku di sala 1990an de hatibû dinyayê digerin. Ew bi sûca ku bi îşxalkeran re hevkarîyê kirîye û çeteyekî çekdar damezrandîye, li herêma rojhilat a bajarê Refahê ku di bin kontrola artêşa îşxalê de ye vedişêre, tê sûcdarkirin.
Çeteya Ebû Şebbabê, li dijî sîvîlan cînayetan pêk tîne, bi rênîşandan û emirên îşxalkeran, ûnsûrên berxwedana Filistînê hedef digre û alîkarîyên ku ji Derîyê Sînor a Ebû Salîmê têne şandin didizin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
HAMASê, êrîşa ku li Refahê li dijî noqteya belavkirina alîkarîya însanî hat lidarxistin wek “qetlîameke wehşî” nirxand.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.