Komên berxwedanê berîya agirbestê li Xezzeyê hêzên îşxalker hedef digirin

Berî ku agirbest were ragihandin, Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Quds wesayîtên îşxalkeran hedef girtin û droneke sîxurî desteser kirin.
Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, doh ragihand ku mucahîdên wan bi rokêta Yasîn 105, tankeke Merkava ya îşxalker li herêma Yarmûk a bakurê Xezzeyê bi serkeftî xistine.
Di heman çarçoveyê de, Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, ragihand ku şervanên wan bi topên hawanê li nêzî Talat el-Muntar li rojhilatê Xezzeyê kombûbûn û wesayîtên leşkerên îşxalkeran hedef girtine. Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku wan di dema operasyonê de bi serkeftî droneke sîxurî ya siyonîst desteser kiriye.
Medyaya Îbranî doh ragihand ku komek şervanên berxwedanê hewl dan li bajarê Xezzeyê leşkerên îşxalker bigirin.
Li gorî çavkaniyên Îbranî, heşt serhildêran êrîşî cihekî leşkerî yê sîyonîst li bajêr kirin. Piraniya wan piştî pevçûnek bi hêzên îşxalker re karîn vekişin. Çavkaniyan piştrast kirin ku artêşa îşxalker li herêmê ji bo mucahîdan lêgerînek berfireh daye destpêkirin.
Artêşa îşxalker daxuyaniyek da û diyar kir ku hêza hewayî ya îşxalker bi bombebarana dijwar a li herêmê beşdarî têkbirina hewldana desteserkirinê bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Girava Mindanaoyê di mezinahîya 7.4an de erdhejek qewimî. Rayedaran piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê dan. Di heman demê de, li Papua Gîneya Nû jî erdhejek bi pileya 6.3 çêbû.
Li gorî merhaleya yekem a peymana agirbestê li Xezzeyê, ew ê leşkerên îşxalker pêşî ji cîhek diyarkirî re vekişin û dû re êsîr wê werin berdan.
Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini diyar kir ku peymana li Xezzeyê hatiye kirin rehetiyek mezin aniye û got, "Me xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn amade kirine ku ji bo Xezzeyê werin şandin."
Berdevkê berê yê artêşa îşxalker diyar kir ku milîsên ku bi hêzên îşxalker ên li Xezzeyê re hevkariyê dikin "nikarin bikevin îsraîlê", û her wiha got ku ev kes ew ê neçar bimînin ku encamên biryarên xwe bi xwe bikişînin.