Komên Berxwedanê, hedefên îşxalê bomberdman kirin

Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê ku ji komên berxwedana li Xezzeyê ne, di operasyonên cuda de mewzîyên sîyonîstan bi roket û hewanan hedef girtin.
Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ye, doh êvarê, ji ber ku Mescîdî Eqsa û herêma pîroz hatin qirêjkirin, yekîneya Nîr Am a jîngeh bi du roketên “Quds 3”yan operasyonek li dar xist.
Serîyyeyên Qudsê, bi tevî Tûgayên Ebû Alî Mustafa ku baskê leşkerî yê Cepheya Xelasîya Gel a Filistînê ye ve, li herêmekî Talat el-Muntara rojhilata Taxa Şûcaîyeyê ku leşkerên sîyonîst kom bûbûn bi hewanên ku 60 mm ne hedef girtin.
Tûgayên Qessam jî, herêmekî derdorê Dibistana Dar el-Erkam a Taxa Tuffahê ku leşker û wesayîtên sîyonîstan civîyabûn bi guleyên hewanê hedef girtin.
Hemî tûgayan, li başûrê Xan Yûnisê jî navendakî kontrol û fermandarîya sîyonîstan bi hewanên kalîbreyê hedef girtin.
Rêxistinên berxwedanê yên li Xezzeyê, operasyonên xwe yên ku li nav Xezzeyê li dar dixin wek belgeyan qeyd dikin û dîmenên ku derdikevin holê, di warê operasyonên ku li dijî hêzên sîyonîstan têne lidarxistin de gelek hûrgilîyan nîşan dide.
Xeyn ji van operasyonan di heman demê de li dijî sîyonîstan jî kemîn têne danîtin û bi dehan sîyonîstn dimrin an jî birîndar dibin. Gelek wesayîtên wan ji van kemînan zerarê dibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.