Li îraqê di sehaya petrolê de teqîn pêk hat: 1 mirî, 6 birîndar
Li bajara Besreya Îraqê di sehaya petrolê de teqîn pêk hat, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di depoya sehaya petrolê de teqînek pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Parasina Sîvîl a Besreyê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku li navçeya El-Zubeyrê di depoya sehaya petrolekî de tûrbîn teqîyaye û piştî teqînê jî li herêmê şewat derketîye.
Hat îfadekirin ku şewat hat vemirandin lê di encamê de kesek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Misirê, ji bona ku tevlî lêgerîna êsîrên îşxalker bibînin ekîbek nû ya ekskavatoran şandiye Xezzeyê.
Ji ber ku li Elmanyayê şoba mirîşkan zêde bûye, heta niha 400 hezar mirîşk, werdek, qaz û elok hatin telifandin.
Li Abasan El Kebîraya li rojhilata Xan Yûnisê komeke sîvîl bûn hedefê sîyonîstan, di encamê de 2 kes şehîd bûn, kesek jî birîndar bû.
Artêşa rejima îşxalker, li Libnanê bi ÎHAyan êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.