Li başûrê Yemenê otobûs û mînîbûs li hev qelibîn: 34 mirî
Li bajara Abyana başûrê Yemenê, otobûseke rêwîyan û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de herî kêm 34 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku otobûs ji Erebistana Siûdî diçû bajara Adena Yemenê û qeza jî li herêma Arqouba Abyanê pêk hat.
Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku di encama li hev ketinê de herdu wesayît jî şewitîn û 31 rêwîyên otobûsê û 3 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku derîyên otobûsê di dema qezayê de xera bûne û venebûne, şibakên otobûsê jî ji bona ku mirov xwe xelas bikin kêm maye, 13 rêwî jî xwe ji şibakan xelas kirine û nemirine, lê di canê wan de şewatên ciddî pêk hatine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de ku ji teref rejîma îşxalker ve li Başûrê Lubnanê pêk hat, kesek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎTê) Îbrahîm Kalin, li Stenbolê bi Serokê Lijneya Mizakereya Biroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl Hayye û lijneya bi wî re hevdîtinê kir.
Şilîya ku li Vîetnamê tesîrdar bû, bû sedema felaketa lehîyê, di encama şehîyê de hejmarê mirîyan derket 47 kesan.